Civak

Konferensa nehêlana bêedaletiyê û tezmînatdana qurbaniyên destê rijêma berê

Bi amadebûna hakim Azad mela Findî nûnerê serokê herêma Kurdistanê, hakim Nazim Ubeydî serokê dadgeha bala ya tawanan li Îraqê, hakim Ehmed Zibêr serokê konseya hakiman li herêma Kurdistanê, hilmareke wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, sefîra komara Çekê y ali Îraqê, serokê fermangeha peywendiyên derve, waliyê Hewlêrê, hijmareke parlamenterên kurdistanî û îraqî, konsolosê konsolxaneya Almaniyayê y ali Hewlêrê, nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê û hijmareke qanûnzanan, îro li Hewlêrê wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan ya hikûmeta Kurdistanê bi hevkarî digel rêxistina AGEF ya almanî û sandîkaya mafperweran konferansek li jêr navê (rastvekirin û nehêlana bêedaletiyê û tezmînatdana qurbaniyên destê rijêma berê) li Hewlêrê hat saz kir.

Di destpêka konferensê de filêmekî dekomentî li ser enfalan hat nîşandan. Piştî filmî Newzad Hadî waliyê Hewlêrê peyvek pêşkeş kir.

Hadî di peyva xwe de behsa wê zilim û zordariya rijêma jinavçûyî dijê gelên Îraqê û Kurdistanê û dewletên cîran kirine kir û got ku gelê Kurdistanê ji aliyekî din zirar dîtiye weke; tawanên dijî feyliyan, enfal, kîmiyabarana Helebce û wêrankirina gundan.

Waliyê Hewlêrê got ku piştî jinavçûna rijêma diktator û avabûna hikûmeteke demokratîk û federral li Îraqê, hemû ew welatên ji destê rijêma berê zilim dîtiye jimareyên hisabê li bankayan bo hatin vekirin da ku tezmînat bê wan bihên dan, ”Lê xelkê Îraqê beriya yên din qurbaniyên destê rijêma Bassê bûn û heta noke tezmînat bo nehatîne dan. Ji ber hindê pêwîste hikûmeta Îraqê jimareyeke hisabê veke û tezmînat bide qurbaniyên destê rijêma berê. ”

Mecîd Mihemed Emîn wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan di gotara xwe de behsa dîroka tawanên rijêma Sedam li dijê xelkê Kurdistanê kir.
Miheme Emîn got ku di destpêka kabîneya pêncê ya hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyeke taybet bo daxazkirin atezmînatên madî û manewî bo qurbaniyên destê rijêma berê hatbû pêkanîn û wê komîteyê 8 milyar dolar texmîn kir bûn, ”Em nuha bi hevkarî digel pispor, şareza û dostên gelê me mijûlî wê yekê ne ku gilînameyeke qanûnî li ser wan şirket û kompaniyên alîkariya rijêma jinavîûyî kiriye pêşkeş bikin.”

Stefan Bantle konsolosê konsolxaneya Almaniyayê ya li Hewlêrê di peyva xwe de tawanên rijêma berê bi tawanên bê mînak wesif kir û got ku pişka mezin ya wan tawanan ber bi gelê kurd ketiye, û ”Beşdariya kompaniyên almanî di wan tawnan de cîyê mixabiniyê ye.”

Back to top button