CîhanRojev

Konferansa Tevgera Demokratik a Kurdistanê

Konferansa Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevgerê) ya Ewropayê di bin alaya Kurdistanê de, bi sirûda neteweyî û rawestana rêzgirtinê ji bo pakrewanên Kurdistanê, di 26ê adara 2022an de li Parîsê hate li darxistin.  

Konferansa Parîsêdi çerçeweya Danezana TDK-Tevgerê de, bi awakî giştî li ser rewşa tevgera neteweyî û demokratîk ya her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û herweha li ser xebat, rewş û pirsgirêkên kurdên li Ewropayê rawestîya. 

Konferansê amaje pêkir ku Kurdistan di pêvajoyeke hestîyar de derbas dibe û divê tevgera rizgarîxwazîya neteweyî, li gorî vê hestiyarê tevbigere. Konferansê diyar kir ku çareserîya pirsgirêka miletê Kurd û Kurdistanê di avakirina hevkarî, yekitî û yekrêzîya partî, rêxistin û tevgerên neteweyî û demokratîk de derbas dibe. Divê hêzên neteweyî, rewşenbîr û welatparêzên kurdistanî, bi sîyasetek hevbeş û bi hemahengîyekî neteweyî bi berpirsîyarîyên xwe re rabin. Di vî warî de, Danezana TDK-Tevgerê xwedî çerçewe û perspeketktîfek gelekî dewlemend e. Di vê çerçeweyê de, Konferansê bal kişand ser girîngîya xebat û hewildanên sê partî û tevgerên Bakurê Kurdistinê; ango hevkarîya di navbêna PAK, PSK û TDK-Tevgerê de. Konferansa Parîsê dîyar kir ku rêxistana TDK-Tevger ya Ewropayê, bi her awayî piştgirîyê dide vê xebatê û di vî warî de çi bikeve ser milên wê dê pêk bîne.

Konferansa Parîsê bi awakî berfireh li ser rewşa siyasî, civakî, çandî û rêxistinî ya kurdên Ewropayê rawestîya û bal kişand ser girîngîya rola xebata kurdên Ewropayê û dîaspora kurdî. Qada xebat û tekoşîna rizgarîxwazîya neteweyî ya esasî nava welêt e. Lê tevgerên neteweyî û demokratîk yên kurdên dervî welêt, bi tecrûbe û xebatên xwe yên cihêreng dikarin di geşkirina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê de roleke erênî bilîzin. Loma jî pêwendî û kordînasyona nav wan gelekî girîng e.

Di konferasê de, li ser pirs û pirsgirêkên malbat, zarok û ciwanên kurdên li Ewropayê hate rawestandin û ji bo xebat û çalakîyên di vî warî de pêşnîyar û rêyên çareserîyê hatin pêşniyarkirin.  

Di konferansê de hate diyar kirin ku divê rêxistina TDK-Tevgerê ya Ewropayê, bi dost, hogir û kesayetîyên siyasî û welatperwer re; bi dezgehên neteweyî û kulturî re pêwendîyên xwe xurtir û geştir bike. Divê rêxistina TDK-Tevgerê ya Ewropayê ne weke rêxistinek klasîk tevbigere û xebata xwe ya siyasî, demokratîk û kulturî tenê bi endamên xwe ve sînor neke; herweha divê ew bi dost û hogirên xwe re jî kar û xebatên cihêreng bike û nerîn û pêşnîyarên wan bide ber çavan. 

Konferansa Parîsê, li ser mijar û rewşa dîyaspora Kurd jî rawestîya û mijara dîyaspora Kurd weke mijareke neteweyî nirxand. Konferansê xebat û hewldanên di vî warî de hatine kirin bi hûrgilî nirxand û bal kişand ser kêmanî, şaşî û xeletîyên di vê pêvajoyê de hatine kirin. TDK-Tevger, pirrserîtîya dîaspora kurdî rast nabîne û divê bawerîyê de ye ku divê hemû alî di vî warî de bi wezîfe û berpirsiyarîyên xwe yên neteweyî re rabin. Em weke rêxistina TDK-Tevgerê ya Ewropayê amade ne ku di vî warî de çi kar û xizmetek bikeve ser milên me, ji grûbperestîyê dûr û bi berpirsîyarîyek neteweyî pêk bînin. Komîteya Ewropayê ya TDK-Tevgerê ji bo dîyaspora kurdî di binê banekî hevbeş, neteweyî û kurdistanî de bê civandin; hemahengî û yekrêzîya dîyaspora kurdî pêk were, wê bixwaze bi hemû hêz û kesayetîyên eleqedar re pêwendîyan deyne û wê hewl bide ku bi awakî hevbeş çareserîyekê ji vê belavbûn û pirrserîtîyê re bibîne.

Konferansa TDK-Tevgerê ya Ewropayê, bi hilbijartina komîteyên pêwîst û wergirtina hinek biryarên girîng bi dawî hat.

Bijî xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

TEVGERA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ (TDK-TEVGER)
KOMÎTEYA EWROPAYÊ

Back to top button