Civak

Konferansa tenduristiye li Hewlêr pêkhat

Di bin serperiştî û bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li jêr diruşmê (tendirustiyeke baştir û welatekî avadantir) îro li Hewlêrê konferensa çaksazî û geşepêdana sektora tendirustiyê birêve çû.

Di konferensê de ku, hijmareke wezîrên hikûeta Kurdistanê, nûnerê wezareta tendirustiyê ya hikûmeta Îraqê, rêxistina tendirustiya cîhanî WHO, parlamenterên kurd û zêdetir ji 350 pisporên taybet bi warê tendirustiyê amade bû, Berhem Salih serokê hikûmetê peyvek pêşkeş kir û wê di peyva xwe de sazkirina kongereya çaksazî û geşepêdana sektora tendirustiyê bi pêngaveke giring wesif kir û hêvî xwast ku ew konferens bi pêşniyar û şîretên baş ku xizmeta siyaseteke saxlem û moderin û bilinkirina kalîteya dermanan û pêşkeşkirina xizmetên baş bo hejar û kêmderametên herêma Kurdistanê karên xwe bidawî bîne.

Serokê hikûmetê di berdewamiya axavtina xwe de got ku hikûmet giringiyeke taybet bi sektora tendirusityê dide û heta nuha hikûmetê gelek xizmetên mezin di warê saxlemiyê de pêşkeşî hevwelatiyên herêma Kurdistanê kirine. Salih got: Ew destkeftiyên bidest ve hatine nekêm in, pêwîste qedrê wan destkeftiya bê girtin, bên parastin û zedetir biîn. Ji ber ku xelkê Kurdistanê hêjayî xizmetên zêdetir û baştir in.”

Serokê hikûmetê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste sîstema tendirustiyê li herêma Kurdistanê di ber çavan re bê derbas kirin û xizmetên modern bigihin hevwelatiyan û daxaz kir ku giringî bi kolêjên dixtoriyê bê dayîn û şiyan, şarezayî û jiyana karmendên tendirustiyê bê bilind kirin.

Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser buhayê derman û kaîteya dermanan kir.

Her di konferensa çaksazî û geşepêdana sektora tendirustiyê li herêma Kurdistanê, wezîrê tendirustiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û yê hikûmeta Îraqê, rêxistina WHO gotar pêşkeş kirin.

Back to top button