Polîtîk

Konferansa Kurd li Brukselê

Konferansa Kurd ya kul i Brukselê hatî çêkirin dawî hat. Di konferansê de keşeyê naskirî yê Efrîka Başûr û xwediyê xelata nobelê Desmond Tutu û Noam Chomsky  jê tevlî vê konferansê bûn.

Wek din di konferansê de kesayet û siyasetmedarên wek, serokê Parlementoya Ewropayê Jerzy Buzek, Bêjerê Komisyona Yekitiya Ewropayê û berpirsê beşa Tirkiye Jean Christophe Filori, serokê gruba çep ya Parlementoya Ewropa Lothar Bisky, rojnemevanê Tirk Hasan Cemal, Oral Çalişlar, Ece Temelkuran, siyasetmedara Kurd Leyla Zana tevlî konferansê bûn.

 Piştî konferans dawî hat daxûyaniyek hate belavkirin û di vê daxûyaniyê de; Daxwaziya sekinandina operasyonên leşkerî tê kirin û herweha tê ragihandin ku, ev operasyon dibe tehdîtek li ser asayişa Başûrê Kurdistanê jî. Di daxûyaniyê de daxwaza berdewamiya vekirina demokratîk ji hukumeta Tirkiye tê kirin û guhertina qanûna bi navê “Qanûna Dijê Terorê“ tê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd rêya diyalogê tê pêşniyarkirin.

 

Back to top button