CîhanRojev

Komkujiya Kurdên Êzidî tawanekî dijî mirovayetiyê bû!

Komkujiya Kurdên Êzidî tawanekî dijî mirovayetiyê bû! Di 3ê tebaxa 2014an Şengal rûbirûyi komkujîyeke hovane hat. Ew karesat bû birînek reş û kûr ku êş û jana wê di dil û mêlakên hemû kurd û Kurdistaniyan û teybeten kurdên êzidî de cî girtiye û tu car nayête bîrkirin. Heta niha jî çarenivîsa hezaran jin û keçên Şengalê nediyare û xelkê dewerê nekariye jiyaneke asayî pêk bîne. Terorîstên DAIŞê di tîrmeha 2014 piştî dagîrkirina Mûsilê dest bi komkujî û zordariyeke nemirovane kirin. 

Bi hezaran kurdên êzidî girtin, kuştin, birîndar kirin û revandin. Bi sedhezaran jî ji neçarî cî û warên xwe terikandin, pena bo çiyayê Şengalê birin. Di kelekela havînê de bê av, bê xwarin û bê sitare gelek ji wan canê xwe ji dest dan. Ewên firya neketin ku birevin, ketine destê teroristên islamî. Teroristan bi hezaran zelam û zarokên kur kuştin, bi hezaran keç û jin jî revandin, di bazarên Mûsil û Reqayê de firotin. Êzidîtî bi binyatê xwe yek ji olên herî kevn yên kurdan e û bi hezaran salane ev ol e heye. 

Di dirêjahiya dîrokê de kurdên êzidî rûbirûyî êriş, karesat, destdirêjî û fermanên bê hejmar hatine ku hemû jî ji ber ola êzidîtiyê ji aliyê dagîrkerên kevneperest û xwînmij ve hatine encam dan. Eger bi alîkariya dewletên dagîrkerên Kurdistanê û rêxistinên kevneperestên islamî neba DAIŞ tu caran nedigehişte wê astê û wê hêzê. 

Evana bi çek û teqemenî, bi pare û bi perwerda leşkerî ev hovene berdane pêsîra kurdan. Kevneperestên islamî ne tenê li ser kurdan gef û xeter in. Ew li ser hemû mirovên ku pûte bi wekhevî, demokrasî û nirxên mirovatiyê didin hereşe ne. DAIŞ metirsiyeke mezine li ser azadî, aşitî, demokrasî û hemû nirxên mirovayetiyê. Ji ber wê, pêwîste hemû kes û aliyên ku dixwazin nirxên mirovatiyê biparêzin mil bi mil dijî van terorîstan bisekinin.

Em karesata Şengalê bi tundî şermezar dikin û di rojekî wiha de peyama hevxemî û piştgîriyê bo malbatên qurbaniyên wê karesatê dişînin. Em daxwazê ji komelgeha navneteweyî, rêkxistinên medenî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû mirovhezên dinyayê dikin ku alîkarî û piştîvaniya civaka kurdên êzidî bikin ku careke din jiyan li Şengal û dewerên din ku tûşî wê karesatê bûn, wegere rewşekî asayî. 

Em daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar dikin ku hewlên zêdetir bidin bo rizgarkirina jin û keçên êzidî ku hêj jî dîl û êxsîrê DAIŞê ne. Em daxwazê ji aliyên navbirî û hemû mirovayetiyê dikin ku bi hemû hêza xwe dijî komên cihadîst û tundûtîj rawestin û mecalê nedin ku careke din karesatekî wiha li ser mirovahîyê de were. 

Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

03/08/2022

Back to top button