Nivîsar

Koda yekrêziya Kurda eşkere kir

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Yekrêzî ne li ser post û maqama tê kirin, em bi tenê dikarin bi yekrêziyê deskeftên Herêma Kurdistanê biparêzin..

Dara Bilek

Li Hewlêr bi minasebeta yeksaliya koça dawî ya endamê Polit Buroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawês rewrismek hate li darxistin. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, beşdarî li vê rewrismê de kir û axavtinek pêşkêş kir.Axavtina Nêçîrvan Barzanî gelek bi naverok bû, behsa rewşa Iraqê û herweha qonaxa ku herêma Kurdistanê têre derbas dibe kir. Girîngiya gotara serokê herêmê ew bû ku, bi yek gotinekî rêya serkeftina Kurda li iraqê û herêma Kurdistanê da xûyakirin.

Nêçîrvan Barzanê, behsa yekrêziya Kurda kir û got: Em bi tenê dikarin bi yekrêziyê deskeftên Herêma Kurdistanê biparêzin.

Gelek kes alî û siyasetmedar,heta ji derveyê Kurdan jî, dost û pişgîrên doza Kurdî her demî behsa yekrêziyê dikin û di peyamên xwe de girîngiya yekrêziya tînin ziman. Lê mixabin taybetî gotina yekrêziyê bûye kajikê devê hinek aliyên siyasî ku,kaşo li ser nave Kurda û destxistina mafên Kurda ditekoşin. Lê rastiyê de tu cara pêwistiya vê gotina pîroz a“Yekrêzî“ yê bi cih nakin. Piraniya cara vê gotinê wek malzemeyaka propagandeyê bi kar tînin. Ewin vê dikin di rastiya xwe de henekê xwe li nirxên Kurda dikin.

Axavtina Nêçirvan barzanî di derbarê yekrêziya Kurdan de gelek bi naverok bû. Bi gotina gotara xwe de koda serkeftina Kurda da xûyakirin. Hem pêwistiya yekreziyê û hem jî cureyê yekrêziyê eşkere kir.

 Neşîrvan Barzanî got ku, yekrêzî ne li ser post û maqama tê kirin. Rastî jî ew yekrêziya li ser posta tê kirin dema post ji holê rabin tu wateya yekrêziyê jî namêne. Yekrêzî wek serokê herêma Kurdistanê gotî divê ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê be û li ser hemû berjewendiyên hizbî re bê girtin.

Di qonaxa ku, tevgera Kurd li başûrê Kurdistanê têre derbas dibê gelek hesas e û dikare Kurda ji hev dûr bike û herweha dikare Kurda bike yek deng û berjewendiyên Kurdistanî bi hemû awayî bêne parastin.

 Wek tê zanîn, piştî hilbijartinên Iraqê  avakirina hukumetê û hilbijartina desteya serokatiya parlementoyê û herweha hilbijartina serokkomarê Iraqê kete rojevê. PDK û YNK bi heyetek hevbeş berê xwe dan Bexdayê û dest danûstandina kirin. Lê piştre ji bo berbijêrek hevbeş yê serokkomariyê nekarîn li hevbikin û ji hev veqetiyan. Her şandekî bi tena xwe li gel aliyên Iraqî danûstandin kirin.

Bê guman di vê derbarê de kî raste kî xelete cihê gotubêjêye, lê li himber hemî ne xirabî û fen fîtê aliyekî jî, nabê destkeftiyên Kurdistanî bikevin xeterê de. Ji bo vê yekê peyama serokê herêma Kurdistanê di vê derbarê de balkişandina hemû aliyên siyasî li Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî beşek di axavtina xwe de bangî hemû aliyên Kurda dike û dibêje: Tenê dê bi yekrêziyê vê qonaxê derbas bikin ji berku bi veqetiyanê çi bidestê ti aliyekê Kurdistanî nakeve. Bi hevrabûnê, gelek destkeft bidest dikevin, bi piştrastîve, bi veqetyan û cûdabûnê, çi aliyekê Kurdistanê dest nakeve. Eger em yekrêz nebin, bi ti awayî em nikarin destkeftên xwe biparêzîn û pêş bêxîn.

Gerek ev gotina serokê herêma Kurdistanê wek guharekî di guhê hemû aliyên siyasî yên Kurdan de be, herkes ne ji bo destxistina hinek postan û berjewendiyên teng ên hizbî tevbigere. Divê berjewendiyên Kurdistanê li ser her tiştekîre be û destkeftiyên heyîn bêne parastin.

Hêvî û ûmîda hemû Kurdan li Kurdistana Başûr e. Serkeftina vî beşî serkeftina hemû Kurdan û beşên din yên Kurdistanê ye. Ji ber ku Ala Kurdistanê tenê li ser vê xakê bilin de.

Em ji bîr nekin bi têkçûnekî hêviya Kurda ya sedsala diçilmise.

16.2.2022

Back to top button