Nivîsar

KNK dixwaze yekitiyek çêbibe. Lê armanca wan ne zelale

Kongreya netewî ya Kurdistanê KNK, dixwaze Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li hev bîne.

KNK rêxistineke ku nawenda wê li Ewropaye û girêdayê PKKê ye her siyaseta PKKê rêve dibe û ji derveyê bîr û baweriyên PKKê nikare tevbigere.

KNK komiteyek pêkaniye ku, ji bo aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bînê ba hev. Taybetî jî dixwaze PYDê û ENKSê bînê ba hevûdin, daku di nava xwede yekitiyekî pêkbînin.

Endamek yê komiteya KNKê daye xûyakirin ku, ewê bi hemû partî, dezgeh û saziyên Rojava re hevdîtina bikin û hewla lihevanîna wan bidin.

Di vê derbarê de endamê Mekteba Siyasî ya PDKSê Mihemed Ismail jî da xûyakirin ku,ew jî dixwazin partî û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê werin ba hev û yekrêziyekî li ser hinek prensiba di nava kurdan de ava bikin. Ji berî her tiştekî divê PYD girtiyên aliyên siyasî , yên ENKSê di zindana de azad bike û rê bide ofisên wan vebin.

Di rastiya xwe de, li vê derê pirsek girîng derdikeve holê. Gelo ji bo çi PYD bi rêya KNKê dixwaze yekitiyek di vê qonaxê de li Rojavayê Kurdistanê pêk werê? Di vê pirsê de heta çiradeyê dirustin? Ji berî her tiştekî KNK dezgehek yê PKKê ye û tu cudabûna vê rêxistinê û PYDê tuneye. Li ser heman zemînî û prensiba siyasetê di bin bandora PKKê de dikin.

Ji aliyek din ENKSê û PYDê 3 cara civiyane . Civînên berfireh kirine û li ser hemû tiştekî li hev kirine û di vê derbarê de daxûyanî dane. Lê tu cara PYD li ser ya xwe nemaye û di cihde ew yekitî xirab kirine.

Peymana Hewlêr ya yekem û duyem , peymana Duhokê ji aliyê herdu hêzan ve hatiye îmzekirin. Lê tu cara praktikê de neketiyê jiyanê de. Herî dawî di çavderiya Amerikayê de hêzên Pêşmergeyên Roj li Rojavayê Kurdistanê li gel YPGê civiyan. YPG daxwaz ji wan kir ku, divê sembola Alaya Kurdistanê li ser milên xwe rakin, nabê ji bilî sembolên YPGê tu sembolek din bi kar bînin û nabê tu pêwendiyekî li gel xelkê deynin. Ev daxwazî ji bo negihin tu encamekî bûn.

Niha çi hatiye guhertin û KNK daxwaziya yekitiyekî dike? Ew ne samimîne û divê derbarê de ne duristin. Ev hewldan leyiztikeke siyasî ye û ji tengasiyek siyasî pêkhatiye.

Di vê derbarê de divê ENKS hemû hevdîtina vekirî bi awayek zelal bike û encamê her civînekî ji Raya Giştire ragihine. Wek din dê leyiztikek qirêj bê leyiztin. Tu encam ji van hewlada jî dernakeve.

Back to top button