Polîtîk

Kiryerek terorîstî, 100 xwendekar birîndar in

Vê sibê li ser rêya navbera Bertele û Mûsil otomobîleke bombekirî bi karwanê otobusên xwendekarên zanîngehê, ku ber bi bajarê Mûsilê ve di çun, ji aliyê terorîstan ve hat teqanidin û di encam de xwendekarek mir û zêdetir ji sed xwendekaran birîndar bûn.

Hijmareke ji wan birîndaran ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyê Hewlêrê hatin veguhastin.

Tahir Hewramî wezîrê tendirustiyê, Elî Sindî wezîrê pilandananê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê serdana birîndarên bûyera terorîstiya ser rêya Bertele-Mûsil kir û ji nêzîk ve haydarî rewşa tendirustiya wan bûn.

Xwendekarên ketîne kemîna terorîstan piraniya wan mesîhî ne û xwendekarên zanîngehê ne.

Back to top button