Polîtîk

Kiliçdaroglu ji daxuyaniyên Barzanî aciz e

Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu di derbarê daxuyaniyên serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de li ser pirsa rojnemevanan axivî.

Kilçdaroglu civîna  5 mîn salvegera mirina Bulent Ecevit de amade bû. Rojnemevanan li ser rojeva siyasî û taybetî li ser daxuyaniyên serokê Kurdistanê ku li Tirkiye dayîn pirs ji Kiliçdaroglu kirin.

Rojnemevaneki ji Kiliçdaroglu pirsî:

Barzanî li serdana xwe ya Tirkiyê daxuyaniyan dide. Barzanî dibêje“  Divê Tirkiye operasyona bisekinîne“ û “ Em bi tu awayî li gel Tirkiye tevlî operasyona nabin“  hun di vê derbarê de çi dibêjin?

Serokê CHP-ê Kiliçdaroglu bersiv da û got: Em hemî giringiya şerê terorê ya nevtewletî dizanin.Me ji berî niha li ser helwesta Barzanî bala Erdogan kişandibû. Lê Erdogan guh neda me û em tawanbar jî kirin.Lê îro em dibînin ku çikas em rastin û tiştên me gotîn wek me derket holê.

Back to top button