Polîtîk

Kî Kobanê azad kir

Bajarê Kobanê  dema bû armanca îrîşên DAÎŞê  bajar vale bû, bi sedhezaran xelkê deverê koçber bû. Şervanên YPGê li nava bajêr de berxwedan , lê roj bi roj DAÎŞ pêşve diçu .

Kobanê li ber ketinê bû. Bi fermana serokê Kurdistanê û rizamendiya Parlementoya Kurdistanê biryar hat dayîn ku hêzên Pêşmerge ji bo parastina Kobanê herin Kobanê. Bi dîplomasiyek serkeftî Tirkiye rê da çûyîna Pêşmerge.

Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên giran çûn Kobanê. Çûyîna Pêşmergeyan DAÎŞ sekinand û roj bi roj kolan û taxên Kobanê ji DAÎŞê hate pakij kirin.

Niha Kobanê azade, Miletê kurd bi azadbûna Kobanê şad bû. Berpirsên aliyên siyasî serokê Kurdistanê û serokwezîr ji bo  azadkirina Kobanê dilxweşiya xwe dan nîşandan. Ev yek wek serkeftina şervanên Kurd hate nirxandin.

Lê piştî azadkirinê PYDê nehişt ku Alayên Kurdistanê li Kobanê bêne bilind kirin. Di cih de HDPê xwest rantek siyasî destbêxe. Li derên wek Enqere û Stanbulê azadkirina Kobanê hate pîroz kirin. Lê tu sembolek ya Kurdan tunebû. Dengek Kurdistanê nehat seh kirin. Te digot qey çepên Tirkan Kobanê rizgar kirine.

Çi bibe bila be, lê herkesê ku li Kobanê rola Pêşmergeyên Kurdistanê nebîne ne tenê koratiyek siyasî dike dijminetiya yekitiya netewî dike.

Koban Kurdistanê. Ew devera ku ala Kurdistanê lê neyê bilind kirin tu caran azad nayê qebûl kirin. Koban wêran bûye. Li ser qavlê Kobanê tu kes bila li ranta siyasî negere.

360

Back to top button