Polîtîk

Kesên ku doza dewleta kurdî nekin, ne rewşenbîr in!

 

Rewşenbîr li ser bingehê azadiya fikir û beyankirina ramanê xebata xwe dike û çu carî ji vê rewşa bingehê xebata xwe re çavên xwe nagire an jî sistî neke. Heke hat û li hember pêlêkirina vê bingehê an jî tevlîheviya vê bêdeng ma, mahneya wê ew e ku di karê xwe de ne ji dil e; û bi xebata xwe re ne sadiq e.

Weke tê zanîn ji azadî, azadîxwazî û derbirîna fikir re çu sînor nîne.

Azadî têgeheke universal e; jin, mêr, hemî mirov, grub, etnîsîte, dîn, sinif, civak û milet xwedî eynî mafan in; hizira rewşenbîr û rewşenbîrîtê dest nade ku mirov sînorên azadiyê li gorî rewşa siyasî, aborî, dînî an jî sebebine din mehdûd bike.

Mirovê rewşenbîr parvekiroxê zanîn û bergehfirehkiroxê azadîyê ye.

Mêldar û alîgirê hukumdar û dezgehên hukumî nîne, di fikir û helwestwergirtina xwe de azad û xwedî prensîb e, bi îstîqrar e.

Bergehê fikir û derbirîna fikira rewşenbîriyê bi welat û civakekê re ne sînorkirî ye. Bi prensîbine universal tevdigere. Digel vê xebata xwe ya berfireh, rewşenbîr bi zimanekî milî dinivîse û di vê karê xwe de bê guman hewil dide da ku perspektîfeke şexsî biafirîne û li paş xwe şopeke welê bihêle.

Niha em bên ser pirsa asasî ya vê nivîsarê.

Gelo di dozparêziya dewleta kurdî de cîh û helwesta kesên rewşenbîr, xasima rewşenbîrên kurd çi ye, çawa ye?

Ji bo mebest û çêlkirina babetê dixwazim bi rewşenbîrekî kurd dest pê bikim: Ehmedê Xanî.

Ez her di wê fikirê de me ku ew xisûsiyetên me li jor nivisîn ji bo rewşenbîr û xebata rewşenbîriya civaka me jî hewce ne û divê em pêgirê wan bin. Li ser vê hizir û nêrînê gava em berê xwe didin tarîxa rewşenbîriya kurd, ew îmkan li ber destê me ne ku em karibin ji çavkaniyên bîr, fikir û çanda kurdî mirovine xwedî xisûsiyetên rewşenbîrî, bi zanîn, fikir û helwesta wan, wan weke nimûne dest nîşan bikin.

Baş e, çima Ehmedê Xanî?

Ma gelo çi xisûsiyetên Xanî hebûn ku mirov kare jê re rewşenbîr bêje?

Belê:

* Hişazahî, xebat, fikir û helwesta wî xisûsiyetên welê ne ku wî weke rewşenbîrekî bi me dide nasîn û zanîn.

* Ehmedê Xanî hişaza ye, bi zanîn û fikirên xwe serbest û bêtirs helwest werdigire û fikirên xwe beyan dike. Li dû paye û kursiyên keysperest nîne.

* Xanî di berhemên xwe de rexneyên tûj li mîrên kurdan, hukumdarên kurdan digire. Bi gotineke din ji ber hukumdariya mîran, fikirên xwe, zanîna xwe venaşêre, bi wêrekî helwesta xwe diyar dike.

* Xanî danerê medresa kurdîtîyê ye, danerê vejîn û geşbûna çanda kurdî ye. Danerê sîstema perwerdeya kurdî ye. Xanî bi xebateke rewşenbîrê tevdigere û zanîna xwe bi hevwelatiyên xwe re par ve dike. Bi ramanên xwe rê nîşa dide, zanîna xwe pêşkêşî civaka xwe dike.

* Xanî xwedî fikir e, danerê fikira neteweperweriyê ye. Parêzer û helwestwergirê ziman û çanda kurdî ye. Li qesr û qonaxên împaratoriyên wê demê, pesnê dagirkerên welatê xwe nade û bi gotina wî “paxirê” kurdî bi zêr û zîvê biyaniyan naguhere, serbilind û bi heysiyet tevdigere.

* Xanî bavê fikira dozparêziya dewleta kurdî ye. Serxwebûna Kurdistanê weke armanc nîşan dike. Xwe kêmî kesî û miletê xwe jî kêmî kesî nabîne û ji bo welat û civaka xwe doza statuyeke hevdem dike.

Me behsa çend xisûsiyetên rewşenbîrekî kirin ku berî sêsed salan jiyaye û berhemên xwe nivisîne.

Careke din bi kurtî çi ne ev xisûsiyet?

– Hişazahî.

– Rexnegirî.

– Xwedî helwesteke wêrek.

– Zanîn û parvekiroxê zanînê.

– Dozparêzê dewleta kurdî.

– Dozparêzê ziman û çanda kurdî.

Di ser fikir û berhemên Xanî re sêsed sal bihurîn. Lê ew xisûsiyetên rewşenbîrî ku me ji bo wî dest nîşan kirin, li xisûsiyetên li jor, yên destpêka vê nivîsarê diguncin û hîn jî li kar in. Îro jî mirov bi hêsayî dikare van xisûsiyetan ji bo rewşenbîriyê bipejirîne.

Xisûsiyetên rewşenbîriyê, weke li jor jî hate gotin, çê nabe ku ji ber vê an wê sebebê bêne mehdûd kirin. Azadî ji bo hemî mirovan û mefhûmên civakî ye. Rewşenbîrê ku bi karê xwe re sadiq be, nikare û çê nabe ku ji bo hin civak, grûb, milet, an mefhûmên civakî azadîyê biparêze lê ji bo hinên din bêdeng bimîne.

Piştî ku azadî û fikira azadiyê têgehên unîversal in û nayêne sînor kirin, nexwe doza dewletbûnê jî ji bo hemî miletan maf e.

Her rewşenbîrekî ku bi karê xwe re rast û ji dil e, maf û azadiya ku ji bo tirk, ereb, faris, rûs, japon an jî almanan heye, çê nabe û nikare wê maf û azadiyê li kurdan an jî miletekî din qedexe bike an jî ji bo wan neparêze.

Ji lewre divê her rewşenbîrekî kurd doza dewleteke kurdî bike û ji ber çu sebeban ji vê helwestê bi dûr nekeve.

Em bên ser helwesta rewşenbîrên kurdan:

Rehmetî Orhan Kotan gava dît û bihîst ku rewşenbîrên kurdan li peravên metropolên tirkan vîlayan dikirin û dixwazin li cîhên welê bijîn, rabû got: ”Serxwebûna Kurdistanê ji bilî xemla paragrafên programa partiyên siyasî, ne çu tiştekî din e.” Piştre êdî dev ji meseleya milî ya kurdan berda û hew behsa ”hevwelatiyên azad” û demokrasiyê kir.

Hingê ne be jî lê piştre û îro êdî pir kes wê fikirê diparêzin û li medyaya tirkan behsa xweşbûna peravên behra spî, xweşiya Îstenbûlê dikin û didin zanîn heke mirov dev ji van cîhên bedew berde û vegere newal û çiyayên Kurdistanê bi cîh bibe, ”ev ehmeqî ye.” Ji xwe berê jî rewşenbîrekî kurd dabû zanîn ku ”cudaxwazî ehmeqî ye” û bi vê yekê re bi derbekî re hemî azadîxwaz û dozparêzên dewleta kurdî, bi vê sifetê xemilandibû.

Kî ne ev ”ehmeq” ku doza dewleta kurdî kiribûn, ez navê çend kesan ji wan binivîsim: Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Celadet Bedirxan û gelek rewşenbîr û serokên kurdan ku ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe xebitîn.

Û cardin bi ya hin rewşenbîrên kurd dozparêziya dewleta kurdî ne tenê karekî ehmeqane ye, her wisa karekî tahlûke ye, pêkanîna wî ne mimkin e.

Rewşenbîrên me ew qasî bi enternasyonalî ve daketine ku êdî milîbûn li ber çavê wan reş bûye. Gava behsa dewleta milî ya kurdan bê kirin, bi serê lêvan dikenin!

Şertên giran û dagirkeriya piralî mirovên civaka kurd ne bi tenê ji çand, ziman, xwebûn û tarîxa xwe bi dûr xistiye, herwisa ruhiyeteke xirab li ba wan afirandiye. Xwepiçûkdîtin, xwepiçûkxistin, dilbijokiya ziman, çand û bedewiyên dagirkeran, li ba wan bûne parçeyek ji jiyan û ruhîyeta wan, tesîra fikir û helwesta rewşenbîrên tirkan li movikên pişta wan bi cîh bûye.

Mirov ji ber fikir û helwesta van xwende û rewşenbîrên kurdan mat dimîne!

Bêjim çi, Xwedê we îsleh bike!

Herçî bersîva pirsa sereke ya vê nivîsarê ye, ew xwe disipêre encama bersîva van pirsên dawî.

Aya kesên ku bi hişazahî nefikirin û bi wêrekî fikirên xwe beyan nekin, mirov kare wan rewşenbîr bihesibîne?

Aya kesên ku ne dozparêzê dewleta kurdî ne, mirov kare wan rewşenbîr bihesibîne?

Piştî bersîva van pirsan dê pir eşkere diyar bibe ka rewşenbîrên kurd hene û bi karê xwe rast û ji dil in an na?

19-05-2013

Serdar Roşan

[email protected]

Back to top button