Cîhan

Keşeyê Amerikî hat azad kirin

Doza di derbarê Keşe Andrew Craig Brunson de dawî hat û di encam de, dadgehê 3 sal mehek û 15 roj ceza da Brunson. Ji ber ku Brunson cezayê xwe yê di girtîgehê de temam kiriye hate azad kirin û dikare vegerê Amerikayê. Hemû qedexeyên li ser Keşe hatin rakirin.Keşe Brunson li bajarê Îzmirê hate dadgehkirin û doza di derbarê wî de biryara dawî hate dayîn. Brunson bi tohmeta arikariya PKKê û FETO hatibû girtin û girtina wî bibû sedemek bingehîn krîza navbera Tirkiye û Amerikayê de.Serokê Amerika Trump gelek cara daxwaza azad kirina keşe kirîbû. Herweha Trump vekirî dabû xûyakirin ku ev  helwesta Tirkiye bûye sedemê têkbirina pêwendiyên navbera herdu welatan de. Dixweyê niha pêwendiyên herdu welatan di demekî de cardin asayî dibin.Azad kirina keçe Brunson li hevhatina navbera herdu welatan ve tê girêdan.Ji berî dadgeh destpêbike demekî serokî Amerika Trump Twittera xwe got: ” Fikrima min li ba Brunson e û ez ji bo wê dia dikim. Ez hêvî dikim demek nêzik vegerê mala xwe.  “

Back to top button