Polîtîk

Kerkûkî: Divê kurd xwe ji bo serxwebûnê amade bikin

Endamekê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje ku, pirsa kurd di çarçoveya destûra Îraqê de çareser nabe û divê kurd xwe zêdetir ji bo serxwebûnê amade bikin.

Kemal Kerkûkî endamê polîtbûroya PDKê di daxuyaniyekê de bo NRT dibêje ku, serokwezîrê nû yê Îraqê Heyder Ebadî jî nikare pirsa kurd digel Bexdayê şerser dike ”ne Ebadî, tu kes li Bexdayê nikare pirsa kurd çareser bike)

 Herêma Kurdistanê sê meh wext daye hikûmeta nû ya Îraqê ku, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike û Kemal kerkûkî dibêje piştî ev sê meh timam dibin pêwîste kurd biryareke yekalîker bide,

Li gor Kerkûkî êkane rêya çareserkirina pirsgirêkan dabeşbûna Îraqê bo ser sê dewletan e û dibêje gelek caran serokwezîrê Kurdistanê ji bona çareserkirina pirsgirêkan çûye Bexdayê û tu pirs çareser nebûn, vê varê jî biçe tiştek nayê guhertin.

Back to top button