Polîtîk

Kerkûkî: Çênabe yek ji grûpa xiyaneta 16ê oktoberê bibe waliyê Kerkûkê

Kemal Kerkûkî berpirsê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûk û Germiyanê, di daxuyaniyekê de ji bo Basnews, bersiva Aso Mamend berpirsê Melbendê Kerkûkê yê Yekêtiya NIştimaniya Kurdistanê (YNK) dide û dibêje: Dilsozên Kerkûk û teveya Kurdistanê baş dizanin kî bûn yên xelkê Kerkûk û Xormatû xistiye di nava vê rewşa dijwar de û bi girûpa xiyaneta 16ê oktoberê tên anskirin.

Aso Mamend gotibû ku ev saleke PDK naxwaze waliyek ji Kerkûkê re bê danan  û PDK dixwaze waliyê nû şovenekê ereb be neku yekê ser bi YNKê ve be.

Kemal Kerkûkî bersiva Aso Mamend dide û dibêje:

  • Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e ku ew ji aliyê Civata Wîlayeta Kerkûkê ve hatiye hilbijartin û ew bi xwe jî endamê polîtbûroya YNKê ye. Çima ew li ser posta xwe nema? Civata wîlayetê û serokê wê civatê Rêbwar Talebanî çima ne li cîyê xwe ne? Gelo ew û hemû ew dilsozên daxwaza nolmalîzekirina rewşa Kerkûkê dkin naheq in? Yan jî yên ku Kerkûk firot û xiyanet kir rast dikin?

 

Kerkûkî di berdwamiya axaftina xwe dibêje:

  • Ev gotinên Aso Mamend hewildaneke ji bo şêlûkirina rastiyan, tebîrê ji hinavên xwe nake, weke ku di 16 oktobera sala borî de têkelî wê xiyaneta mezin bûn û dijî gel û axa Kurdistanê rawestan, niha jî dixwazin destê xwe yên bi qirêj bi milê PDK paqij bikin. Nexêr, PDK tu şoven û tu xiyaetkaran qebûl nake, bi taybetî xiyanetkarên 16ê oktoberê ku girpûpeke di nav YNKê de ye û baş tên nas kirin…. Ji bilî Necmedîn Kerîm çênabe waliyekê din yê YNKê hebe, çi garantî heye ku 16 oktobereke din dubara nake? Em weke PDK tu şovenan û tu xiyanetkaran, bi xyanetkarên 16ê oktoberê jî ve, qebûl nakin.

 

Kemal Kerkûkî helwesta PDK li ser rewşa Kerkûkê zelal dike û dibêje:

  • Aso Mamend lêdixebite 16ê oktoberê ji bîra xelkî bibe. Helwesta PDKê eve ku, divê yekem car rewşa Kerkûkê were normal kirin, niha Kerkûk serbazgehek mezin e. Em dixwazin rewş were çak kirin, Civata wîlayetê vegere cîyê xwe yê tebiyî û ew bixwe biryara xwe bide. Kesek bibe walî destê wî/ê di xiyaneta 16ê oktoberê de nebe, kesek be, ji ber rewşa nazik ya Kerkûkê, hemû alî li ser li hev bikin, baştire kesek bêteref, dilsoz be û hemû alî li ser li hev bikin û ev hemû gav piştî normalkirina rewşa Kerkûkê bên avêtin.
Back to top button