Nivîsar

Kerkûk, O.Ocalan, CHP !

Kerkuk Kurdistan e / O. Ocalanê kurdkuj-pêşmergekuj / CHP divê “helalleşme” neke, hesab bide…

Piştî ku Rejîma Baasê ya Iraqê di sala 2003an dehat rûxandin. Makazagonek hat pejirandin. Di makezagonê de dewleta Iraqê bû dewleteke federal. Yanî dewlet bû dewleta hevbeş/mişterek ya neteweya kurd û ereb û neteweyên din. Di heman makezagonê de ji bona ku statuya Kerkukê tespît bibe biryara refêrandûmê hat pejirandin.

Îbrahîm GUÇLU

Li Kurdistanê bûyerên gelek girîng pêk tên. Ez dixwazim 3 bûyeran analîz bikim û nêrînên xwe pêşkêş bikim.

KERKUK KURDISTAN E. DAXWAZÊN DEWLETÊN KOLONYALÎST ZORBATÎ YE…

Hîç şik tune ye ku Kerkuk ji aliyê dîrokî û civakî ve bajarê Kurdistanê û erdnîgariya Kurdistanê ye. Di dema împeratoriya Osmanî de jî Kerkuk bajarê Kurdistanê bû, Di nav otonomiya Kurdistanê de bû. Hezar mixabin piştî Peymana Lozanê Kerkuk li Başûrê Kurdistanê ma û bi dewleta kolonyalîst ya Iraqê re hat girêdan. Li Başûrê Kurdistanê di şerê rizgarîxwaz ya Kurdistanê de amaca mezin azadkirina Kurdistanê, li Kurdistanê desthilatdarbûn, otonombûn bû. Lê di nav vê armanca mezin ya stratejîk de Kerkuk rizgarkirin, armaca kurdan ya girîng bû.

Her çiqas rastiyeke aşkere hebû ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye jî, ereban ji bona ku Kerkuk ji aliyê petrolê gelek dewlemend e, nexwestin ku Kerkukê bidin kurdan û nexwestin ku Kerkuk bi Kurdistanê re bê girêdan. Tirkmenan jî her dem îdia kir ku Kerkuk bajarê Tirkan e. Lê ji bona vê bingehek hîç tune bû. Li Kerkukê Tirkmen jî û ereb jî, neteweyên din jî,  dijîn. Vê yekê kurd jî înkar nakin.

Di Peymana 11ê Adara 1970yî de jî Kerkuk bû minaqaşeyeke girîng. Di encamê de kurd ji bona ku bi xwe bawer bûn, qebûl kirin ku statuya Kerkukê bi reefêrandûmê diyar bibe. Lê Rejîma Baasê ya Faşîst ji bona ku refêrandûm nayê li darxistin, şer derxist. Encama şer ji bona kurdan gelek xeter bû.

Piştî ku Rejîma Baasê ya Iraqê di sala 2003an dehat rûxandin. Makazagonek hat pejirandin. Di makezagonê de dewleta Iraqê bû dewleteke federal. Yanî dewlet bû dewleta hevbeş/mişterek ya neteweya kurd û ereb û neteweyên din. Di heman makezagonê de ji bona ku statuya Kerkukê tespît bibe biryara refêrandûmê hat pejirandin. Diviya bû ku di sala 2007an de refêrandûm bê li dar xistin. Hezar mixabin nîjadperestiya ereban pêşiya vê girt.

Lê piştî êrîşa DAEŞê Kerkuk ji aliyê pêşmergeyan ve hat rizgar kirin, Kerkuk de facto/fiîlên bi desthilatdariya Kurdistanê re hat girêdan.

Di sala 2017an de encama refêrandûma serxwebûna Kurdistanê bi her awayî tespît bû ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye.

Hezar mixabin piştî tîfaqeke mezin û dijmin û di nav de jî dijmin û hevkarê hûndir yên YNKê-PKKê-Goran jî hebûn, Kerkuk hat dagirkirin.

Lê piştî demekê di navbeyna Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de lihevkirin pêk hat ku pêşmergê vegerin Kerkukê. Encama hilbijartina giştî (10.10.2021) ji bona ku ev biryara cîbicî bibe, derfet çêkir. Pêşmerge nûha jî vedigere Kerkukê.

Li Tirkiyeyê li hemberî vê biryarê û çûna pêşmergeyan ya Kerkukê dijminitiyeke xûrt heye. Ev xırabiyek e. Divê dev ji vê dijminitiyê were berdan. Lewra Tirkmên dixwazin bi hemû mafên xwe yê kollektîf li Kurdistanê jiyana xwe bidomînin. Beşek nîjadperestên Tirkmenan Dewleta Tirk proveke dikin. Gelek siyasetmedar û rojnamevan jî bi vê bawer dikin.

Ev helweta fêdeyekê nagihîne Tirkmenan. Divê li Tirkmenan xirabî nayê kirin.

OSMAN OCALANÊ KURDKUJ-PÊŞMERGEKUJ JIYANA XWE JI DEST DA…

Osman Ocalan

Osman Ocalan, demeke jiyana xwe li Hewlêrê didomîne. Ew bi nexweşiya koronayê ketibû, loma jî li nexweşxaneyeke Hewlêrê dihat derman kirin. Lê dermankirinê nexweşiya wî çareser nekir, di 15.11.2021an de jiyana xwe ji dest da.

Osman Ocalan, birayê kurdkûj û serokê projeya dewleta Tirk PKKê Evdillah Ocalan e. Ew di sala 1958an li gundê Amara yê ser bi Xelfetiya Rihaya Bakurê Kurdistanê ve ji dayîk bûye.

Ew girêdayî birayê xwe ji bona neteweya kurd bû kesekî xeter. Ew jî bû berpirsiyariyê PKKê ya kurdkuj-pêşmergekuj..

Osman Ocalanê kurdkuj-pêşmergekuj, beriya beşdarî PKKê bibe,  di nav kurdan û Tevgera Kurdan de xwediyê navekî nebû. Bî kurditiyê re jî tu eleqeya wî tune bû. Dema ku PKKê bû hêz, tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê tasfiye kir, Evdillah Ocalan bi her awayî ji bona ku dîktatoriya xwe ava bike û xwe biparêze, birayê xwe jî girt cem xwe.

Osman Ocalan piştî ku beşdarî PKKê jî, bû bi karên xwe yên xirab yên li hemberî kurdan hat nas kirin.

Ew di sala1986an de bû Komîta Navendî ya PKKê.

Tê zanîn ku PKK bi piştgiriya dewleta Iranê, îraqê li Herêma Azad ya Kurdistanê cîwar bibû, Osman Ocalan jî di salên 1990î de bû berpirsiyarê PKKê li Herêma Azad ya Kurdistanê. Pişt re jî li Herêma Federe ya Kurdistanê berpirsiyariya xwe domand. 4 çar dewletên kolonyalîst ji tirsa Emerîkayê nedikarîn êrîşî Herêma Federe ya Kurdistanê bikin, bi rêya PKKê li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê dijminitî kirin û ji bona ku Herêma Federe ya Kurdistanê ji holê rakin li hemberî PDK û YNKê û Hikûmeta Kurdistanê bi destê PKKê şer îlan kirin. Di wan şeran de bi hezaran xortên kurdan û pêşmergeyên Kurdistanê hatin kûştin. Di derbarê vê mijarê de raporeke Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî heye ku pêşkêşî 25 dewletên Rojava hatiye kirin.

Osman Ocalan ji van şerên kurdkuj-pêşmergekıuj re serpereştî kir. Heta di şer de mecbûr bû ku teslîm Hikûmeta Federê ya kurdistanê bibe. Bi hikûmetê re peyman çêkir ku carek din li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê PDKê û YNKê şer neke, lê piştî ku Osman Ocalan ji dîlbûnê xelas bû, dîsa li hemberî Herêma Federe ya Kurdistanê heta ku ji PKKê veqetiya, şer  domand.

Osman Ocalan, di heman dem de ji xirabiyê PKKê yên li Bakurê-Rojhelatê- Rojavayê Kurdistanê jî tewanbar û berpirs e.

Ev jî diyar dike ku Osman Ocalan li hemberî neyeweya  sucdar e. Kurdkuj-pêşmergekuj e.   

Baş tê zanîn ku xort û keçên Kurdan yên ji înfaza PKKê xelas bûne û ji PKKê reviyane, di derbarê wî de gelek xirabiyan tînin ser zimên, Wî, xortên ku ji wî re dengê xwe bilind kiribe, kûştiye. Li keçên kurd tecawûz kiriye, pişt re kûştiye û ji holê rakiriye.

Di 2004an de ji PKKê cuda bû û li Herêma Kurdistanê bicîh bû. Lê kesên ji PKKê ketiya hemû hatin kûştin û an jî xwe ji PKKê veşartin, wî jiyaneke vekirî domand, lewra ew di bin parastina sîwana birayê xwe yê mezin Evdillah Ocalan de bû.

Veqetandina wî kurdkujî-pêşmergekujiya wî ji holê ranekir. Diviya ku bihat darizandin, hezar mixabin desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ev yeka nekir.

Piştî ku ev kurdkuj-pêşmergekûj Osman Ocalan mir, beşek kurdperwer di derbarê sucdarî û xirabiya wî de gelek nêrîn anîn ser zimên. Ez wan nêrînan parve dikim.

Bûbê Eser, ku gelek rêhavelên wî yên nêzik yên kurdpetwer yên KUKî bi destê PKKê hatiye kûştin jî, nêrînên xwe anîn ser zimên. Ew nêrînên wî yê pêşkêş dikim hîs û hestên û fikrên hemû kurdperweran diyar dike.

Bûbe Eser dibêje ku: “Tenê xwedayê hin pê bawerin dizane ku bê vî xenzîrê çiqas kurd kuştibû û biryara kuştina çend kesan dabû. Di eslê xwe ew ji PKK neqetiyabû. Weke qetiyabû xwe rê da û bi vê jî li ser erda azad rûnişt û her roj planên têkbirina başûrê Kurdistanê digihand partiya xwe PKK.

Bi vê helwesta xwe gelek kurd xapand û hê jî hin rehmê lê dibarînin.. Heta ku kurd dîroka xwe nasnekin, wê bi bîr neynin, li gor wê tevnegerin dê her bindest bimînin.

Azadî bi zanîn û tecrubeyên dîrokê pêktê.

Ma gelo hûn dizanin vî zinêkarî destdirêjayiya çend keçên kurd kiribû û çend kurd bi destê wî hatibûn kuştin û biryar kuştina çend kurdan dabû.

Divê kurd ji kujerê zarokên xwe re rehmê nebarînin. Lê kurd xwe nasnakin, dîroka xwe naxwînin ku wê fêr bibin.”

DIVÊ CHP-Ê HESAP BIDE NETEWEYA KURD Û KILIOÇDAROĞLU “HELALLEŞME” Bİ XWE DEST PÊ BİKE…

Kemal Kiliçdaroglu

CHP ji bona xwe dibêje ku “ez partiyeke çep im.” Serokê CHPê Kiliçdaroglu jî hîç şik tune ye ku ew jî çep e. Lê baş tê zanîn  di lîteratûra siyasî ya çep de “lêpirsîn”, “hesabdayin-hesabgirtin”, “rexnekirin û rexnekirin” heye.

Lê serokê CHPê ji van muessesan qal nake, dibêje ku ezê “helalleşmê” bikim. Ji bona çi “helaleşme”, ji bona ku CHPê bûye sedema êş û şaşiyên mezin di dîrokê de.

Ev jî diyar dike ku ev helwesta manewraya hilbijartinê ye. Lewra “helalleşme” peyveke bawermendan û muhafazakaran e. Baş tê zanîn ku Kiliçdaroğlu him wek serokê CHPê û him jî wek elewî bawermend nîne.

Hîç şik tune ye ku dema ku Kiliçdaroğlû dibêje “helalleşme” dixwaze dengên muhafazakaran û bawermendan bigre. Ew jî çiqas pêk tê, baş nayê zanîn.

Loma ez dibêjim ku ji bona CHPê û Kiliçadroğlu mesele, hesabdayin e. Hêvîdar im ku ev pêvajoya dest pê bike. Lewra ji vê zêdetir kurd û pişte re gelê Tirk yê ji derveyî elîta leşker-sivîl fêde dibîne.Lewra CHPê li dijî gelê Tirk e jî.

Lê Kiliçdaroğlu divê ji “helalleşme”yê ji xwe dest pê bike.

Kiliçoğlû heta nûha negot ku “ez kurd im”, “ez elewî me”, “Min wek Dersîmî nikarî bigota ku li Dersîmê qetlîam bûye, ez dibêjim ku li Dersîmê qetlîam bû.”

Wê demê Kiliçdaroğlu xwe biçek serrast dike. Wê demê tiştê bike, dê bê bawerî bê kirin.

Lê dema ku Kiliçdaroğlû di derbarê CHPê de hesap bide û di derbarê CHPê de lêpirsînê dest pê bike, divê ku xwe amade bike ku dê derkeve derveyî CHPê.

Hîç şik tune ye ku her kes û her teref ji aliyê xwe ve li nêrîna Kemal Kiliçdaroğlu dinêre. Em kurd jî divê ji aliyê berjewendiya xwe ya neteweyî ve li gotinên Kıiliçdaroglu mêze bikin.

Mustafa Kemal û hevalên xwe ji bona ku bibe desthilatdar kurd xapandin. Diviya bû ku xweseriyeke fireh bida kurdan. Lê piştî dewleta xwe ava kirin, kurd înkar kirin. Tirkbûna kurdan pêşve ajotin. Gelek aşkere CHP, dewleteke li dijî kurdan ava kir. Ji bona tunekirina kurdan stratejî meşand. Mafên neteweyî yên neteweya kurd di dema Osmaniyan de hebûn jî xesip kir. Li dijî vê xesibê tevgerên neteweyî yên hatin meşandin, bi qetlîaman temirandin. Serokên kurdan kûştin û darve kirin . Dadgehên ne hiqûqî yên wek Îstîklalê ava kir. Ji bona kurd ji Kurdistanê derkeve siyaseta sirgûnê meşandin.

Heta îro ew xirabiyên CHP di derbarê neteweya kurd de dom dikin.

CHP, sîstemeke hişk ya kolonyalîst û dagirker li Kurdistanê ava kir. Ji bona Kurdistanê îlxak bike û ji holê rake her xirabiyek kir.

Loma divê CHP hesab bide kurdan, Wek rêxistin ji holê rabe. Berpirsiyarên wan ji aliyê hiqûqê ve bên darizandin.

Diyarbekîr, 19. 11. 20211

Back to top button