Civak

Kerkûk di bin kontrola kurdan de ye

Îro li Iraqê û taybetî li Başûrê Iraqê gelek xwepêşandan çêbûn. Li Bexdayê xelkê doza çûyina serokwezîrê Iraqê Nuri Maliki kir. Li Kurdistanê Rewş aram bû. Taybetî piştî peyama serokê Herêma Kurdistanê,ku daxwaziyên xwepêşanderan rewa dîtin û daxwazî ji parlementoyê û hukumetê ji bo hilbijartinên di ne dem de kir, gelek guhertin çêbûn.

Li Kerkûkê rewş cudaye, serokwezîrê Iraqê Nuri Maliki xwest ku hêzên çekdarên Kurdistanê ji Kerkûk derkevin, herweha ji Amerîka jî daxwaziyek bi vî awayî çêbû. Lê Kurd heta ku jiyana kurdan li Kekûkê di bin tehdîdê be ji Kekûk dernakevin.

Li ser rewşa Kerkûkê berpirsê hêza 1-ê ya polisan Hicran Omer, ji PNA re ragihand ku, hemû deverên Kekûkê di bin kontrola wan deye. Omer da xuyakirin ku, heta niha 70 otomobilên polisan di nava bajêr de digerin û asayîşê kontrol dikin.

Herweha  çûyîn û hatin li bajarê Kerkûkê qedexeye. Ev baweriyekî milet re jî çêdike ku, polis mal û jiyana wan diparêze.

Back to top button