Cîhan

Keça siyasetmedarê Kurd bû wekîl

Di van salên dawîn de gelek Kurd di nav siyaseta welatên Awrûpî de cîh digrin û dikevin parlamentoyên wan welatan. Ev yek ji bo Kurdan hem destkeftîyek mezin û hem jî ji bo qezenckirina lobîyek berfireh derfetek mezin e.

Kurd êdî bûne parçeyek ji welatên Awrûpa û welatên din û gelek ji zarokên wan li wan welatan çêbûne, li wan welatan dijîn û bûne beşek ji wê civakê. Ji ber vê, divê Kurdên Awrûpa û welatên din li gor civaka ku tê de dijîn jiyanek nû ji xwe re biafirînin, ji berhemên wê civakê sûdê wergirin û ji bo Kurdan derfetên nû bidestxin. Yek ji wan derfetan jî siyaseta nava partîyên Awrûpî ye. Divê Kurdên nûhatî xwe di nav partîyên Awrûpî de bihûnin, têkevin nav siyaseta wan û di partî û parlamentoyên wan de cîhê xwe bigrin da ku karibin bibin dengê milletê Kurd.

Ev yek herweha ji bo pêşeroja Kurdên Awrûpayê jî gavên girîng in.

Herî dawîn li Almanya, li eyaleta Bremenê çar Kurdên welatperwer ji nav refên partîyên cuda ketin parlamentoya eyaleta Bremenê. Yek ji wan keça Mesût Tek (Serokê PSK ê berê) HETAV TEK e. Hetav Tek ji partîya Partîya Yekîtîya Demokratên Xiristiyan (CDU) bû wekîl û ket parlamentoya eyaleta Bremen a Almanyayê.

Back to top button