Cîhan

Keça kurd bû seroka ciwanên Sosyaldemokratên cîhanê

Endama birêvebiriya ciwanên Sosyaldemokratên Swêdê (SSU) Evin Incir weke sekretera giştî ya federasyona ciwanên sosyaldemokrat ya cîhanê IUSY hate hilbijartin.

Kongreya Navnetewî ya ciwanên Sosyaldemokrat roja şemiyê li paytexta Denîmarka Kopenhage hate li dar xistin. Nêzîkê 100 rêxistinên ciwanên sosyaldemokrat endamên federasyonê ne.

Evin Incir ku ji bakurê Kurdistanê Diyarbekirê ye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî û xwendevana hiqûq e.(Zeyale)

Back to top button