Polîtîk

KCK: Li Diyarbekir dijê MHP-ê tiştekî nekin

Serokê konseya rêvebir ya KCK-ê Murat Karayilan di daxuyaniyekî de ji xelkê Diyarbekir daxwaz kir ku, dema serokê MHP-ê Devlet Bahçelî bê Diyarbekir tu nexweşiyekî nekin û li dijê mitînga MHP-ê çelaki newên kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, neçin mitîngê lê tu dijberiyê jî nekin. Hatina MHP-ê ya Diyarbekir di çerçova propaganda hilbijartinan de gavek normal e.
Ji berî 16 salan serokê MHP-ê Alpaslan Turkeş serdana Diyarbekir kirîbû û di mitînga Turkeş de 50 kes amade bibûn. Gelo ka îro dê rewşa mitinga MHP-ê çewe be. Hesasiyeta KCK-ê di derbarê MHP-ê de li Diyarbekir dayî nîşandan ji bo Ak Partiyê nîşan nedabû.

Back to top button