Polîtîk

KCK: Civîna li Hewlêrê hewla dînamîtkirina yekitiyê ye

Serokatiya KCK-ê di derbarê Kongreya kurdên  Sûriye li Hewlêr daxuyaniyek belav kir. Di vê daxûyaniyê de  KCK-ê, îdia dike ku ev kongreya li Hewlêr pêkhatî piraniya gel temsîl nake û ev yek hewldana parçekirina yekitiya kurdan e.

Di vê derbarê KCK di daxuyaniya xwe ya ku di ANF-ê de hatî belavkirin de dibêje: KCK’ê bal kişand ser civîna hin partiyên Kurdên Sûriyeyê ya li Hewlêrê pêk hat û got; “ Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, derfetên baş ên ku gelê me bikaribe mafên xwe bi dest bixin çêbûne. Lê ji bo serkeftinê divê hemû yekitiya Kurdan pêk bê, ev yek pir girîng û pêwîst e. Ji ber vê jî, konferansa ku li Hewlêrê pêk hat, tenê hin alî beşdar bûn. Ev konferans piraniya gel temsîl nake. Ji ber wê jî ev konferans li hemberî yekitiya vê parçeyê weke derbeyekê ye û hewldana kûrtkirina parçebûnê ye. Berjewendiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê yekitî dixwaze. Li hemberî vê jî hewldanên wiha yên ku yekitiya Kurdan dînamît dikin têne kirin, ev yek mirovan dixe nava fikaran. Siyaseta ku desthilatiya Herêma Kurdistanê dimeşîne xizmeta yekitî û çareseriyê nake, parçebûnê pêş dixe. Di axaftin û daxuyaniyan de banga yekitiya neteweyî dikin, lê di pratîkê de li gorî vê yekê tevnagerin, ev helwestek ne rast e. Tu feydeya vê yekê ji bo gelê Kurd tune ye. Em di vê dema dîrokî de bang li aliyên peywendîdar ên Kurdan dikin ku dest ji van hewldanên parçekirinê berdin, her wiha, guhdarî kesên hêzên ku nayên yekitiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê nekin, nekevin bin bandora hêzên derve, di çarçoveya yekitiya azad a li welat de tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û dahatûya xwe xurt bikin.”

KCK di daxuyaniya xwe de behsa  pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr jî dike û dibêje: Di van demên dawiyê de rayedarên AKP’ê ji nunerên Başûrê Kurdistanê re teklîfa “Em ê li hemberî PKK’ê operasyoneke berfireh bidin destpêkirin, em ê vê carê ji vê belayê rizgar bibin, em dixwazin hûn jî beşdarî vê yekê bibin” birine. Dixwazin di hemleya konsepta şerê topyekin û komkujiyên nû de hin aliyên Kurdan jî beşdar bikin. Dixwazin li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê şereke nû û li hemberî gelê me jî zemînê komkujiyên nû amade bikin. Kesên ku li ser esasê derewan şerê psîkolojîk dimeşînin, yên ku tevlî vana dibin û bi awayekê dibin amûr- kî dibe bila bibe, nasnameya wan çi be bila ew be- dibin hevkarê komkujiyên ku ji aliyê AKP’ê ve têne amadekirin.

Di qonaxekî de kurdên Sûriye kongreya niştimaniya Kurdên sûrî avakirîn û li hewlêra paytextê Kurdistanê ji bo rawenda kurdên sûriye kongreyek pêkanîn wek destkeftiyek mezin ji bo tevgera Kurd li Sûriye tê nirxandin. Ev helwesta KCK-ê û îdiayên di derbarê vê kongreyê de dikin gelekî balkêş e.

Rojevakurd

Back to top button