Polîtîk

Kazimî sozê daye kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da çareser bike

Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê diyar kir ku ew sozên Mistefa Kazimî daye Herêmê eşkere kirin û got: Kazimî sozê daye hemû kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Di nav wan de jî pereyê mûçexorên Herêma Kurdistanê jî heye.

Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê da got: Di demekê nêzîk de bi merema temamkirina gotubêjan şandekê Herêmê diçe Bexda û wê behsa derencamên wê lîjneyê jî bikin.

Her wiha got: Kazimî sozê daye hemû kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û di nava wan de jî mûçeyên fermanberên Herêmê heye. Em bi hêvîne ku berî cejna remezanê Kazimî wê pereyê mûçexorên Herêmê bişîne.

Back to top button