Cîhan

Katalonya sala 2019ê daxwaziya serxwebûnê dike

Hikûmeta  Katalonyayê peyamek ji bo sala nû sala 2019ê  da xûyakirin ku, ewê hewldanên xwe yê serxwebûna Katalonyayê de berdewam bin..

Serokê Hikûmeta Katalonyayê Quim Torra di peyama xwe ya sala nû de, da xûyakirin ku, daxwaziya wan ya ji bo serxwebûnê berdewam e. Bangî xelkê Katalonya yê kir û got: Di sala 2019ê de dest bidin hevûdin û li dijê bê edaletiyê serî rakin. Payama serokê hukumeta Katalonyayê di kanala televizyona Katalan de hate belav kirin.

Serokê hukumetê di derbarê sala nû de got: Emê ji bo rûxandina dîwarê zextê ya Ispanyayê û herweha li himber bê edaletiyê berxwebidin. Serokê hukumeta Katalonyayê dide xûyakirin ku , daxwaza wan çareseriyek aşitîyane û demokratîk e.

Ji aliyek din Quim ji serokwezîrê Ispanyayê daxwaz kir ku, ji bo çareseriyê diyalogek ji dil û cesaret destpê bike. Nabê gotinên derew bêne kirin. Serokwezîrê Katalonyayê bangî welatên cîhanê kir ku, ji bo çareseriya pirsgirêkê rolek erênî bileyzin.

Back to top button