CîhanRojev

Karesata keştiyê ya Yewnanîstanê: 500 kes hîn jî winda ne

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku heta niha 500 kes ji bo keştiya koçberan a ku li beravên Yewnanîstanê binav bû winda ne.

Berdevkê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Jeremy Laurence got, di “trajediya hovane” de ku di encamê de 78 kes mirin, di nav wan kesan de gelek jin û zarok hebûn.

Wî anî ziman ku divê berpirsên vê bûyera hovane,kaçaxçiyên mirova bine dadgehkirin.

Lê di heman demê de eşkere kir ku lêgerîn û rizgarkirina li deryayê “pêwîstiyek qanûnî û mirovî” ye.

Di daxuyaniyeke hevbeş de ligel Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, ajansa penaberan got ku divê her xebateke lêgerîn û rizgarkirinê were kirin ji bo rêgirtina li windabûna canan.

Ji dema ku keştiya masîgiran ku 750 kes tê de bûn 50 mîlometre deryayî ji Pylosê li başûrê Yewnanîstanê binavbûyî, rola ewlehiya peravê her ku diçe dibe pêwistiyek zêde..

Back to top button