Civak

Karekî serkevtî û biryarek pîroz

Demek dirêj bu ku hinek Welatparêz u Kurdperwerên Kurdistanî, din navê bizava Kurdistan de li Türkiye hawildan u hazirîya partîyek Kurdistanî dikirin.

21.12.013 li Amede komcivînek serkeftî pêkanîn u li Türkîyê biryara eşkerekirina avabuna Partîya Demokratî Kurdistan girtine.

Ev encama hewildan u karek serkeftî, herweha biryarek pîroze.

Weke ku mafê her Milletekî heye li welate xwe di nav gelê xwe de , bi Nasnama xwe, xwe îfade bike, Bi zamanê xwe yî zikmakî. Bi çand u hünera milletê xwe tevbigere u hunandina dezgehên xweyî civakî u gelerî di vê çarçuvede bike,

Mafê milletê Kurd ê herî revaye ku li Türkîyê bi navê Kurd u Kurdistanî hunandina dezgehn xweyî Neteweyî u sîyaseta xwe bike. Bi çand u hunera xwe , bi zimanê xweyî şêrîn bi Kurdî tevbigere.

Ger li welatek weke Türkîye çarçuveya hevdu kebulkirin u tehammulkirinê neyê firehkirin, merev nikare ji aşîtîya nava civakê biaxife.

Em hêvîdarin ev gava avabuna Partîya Demokratî Kurdistan li Türkîyê, bibe sedema aşîtîya navxweyî a Kurda , li Türkiyê u li Kurdistanê bibe sedema aramîyê.

Em karên we ên kurdistanî bi kelecanî dişopînîn, biryara we bo eşkerekirina Partîya Demokratî Kurdistan biryarek pîroz dibînin.

Bi dilekî Kurdperwerî hêvîya Serkeftina we dikin

KOÇ-KAK (Komela Çand u Karkerên Kurdîstan li Köln Almanya)

Back to top button