Nivîsar

“Kaniya Spî, Ava Zelal”

Şerefxan CizîrîBelê, di zimanê Kurdi de gelek têgeh hene ku ji aliyê sosyolojî,  psikoloji û felsefî de xwediyê wateyeke kur in. Lê zimanzan, sîyasetmedar û rewşenbirên Kurd van têgehan baş analiz nakin. Em di nava madî-manewiyateke lawaz de bi kuçanîkan şerê hevdu dikin. Ev, bi rastî şereke bêarmanc e, tenê ji bona şer e, fêda wîna ji netewa me re tüneye, enerjîya me bertelef diçe û dijminên Kurdan bihêztir dibin.Dibin navê analiz û şirovan de em bi guran re dikevin nava govendê. Ma bi rastî ev çi dem e çi dewran e? Bi rastî, bi rastî divê Kurd li cewhera miletê xwe vegerin, ji şaşiyên xwe derzan derxinin, ji dewlemendiya zimanê xwe, nasnama xwe fêr bibin û ji bona pêşeroja xwe jî hemû enerjiya xwe bixin nava tevgereke afirîner…Baş e, di warê kultura netewî de ma heta nûha Kurdan çi yê xwe baş analîz kiriye gelo? Me çi yê xwe berbihevdû de aniye? Di tûrikên me de nirxên hevbeş çi ne? Em bi çî yê xwe safî Kurd in? Ma di nava Kurdan de tişteki hevbeş, pîroz û ji bona miletê Kurd payebilind qet tüneye gelo? Ma çima em ji aliyê hest û raman de wilo ji hevdu dûr in? Çima em bi hevdu re şer û pevçûnen beleheq dikin?Ma wê kengi miletê Kurd bibe netew ji bona xwe?Têgehên ku em rojane bikartînin lê tıxubên wana, naveroka wana, qorziyên wana baş nehatinê zelal kirin, di têgihiştina Kurdan de, ma ne pirsgirekek kulturî ne? Di nava me de niqaşek heye lê yên ku beşdar dibin hevdû fêm nakin. Heta ez dikarim bibêjim ku em naxwazin hevdû fêm bikin jî. Em naxwazin daxwazeke hevbeş derkeve holê.Mirov dibêje qey; Kurd ji hevbeşbûn û bihevrebûna xwe ditirsin kuro! Ma mirov dikare ji sîya xwe bireve gelo?Hergav em li hicetên teramera digerin û cudahiyên xwe derdixin pêş. Ji bedêla ku aliyên me yên ku wekhevin, dişibin hevdû, hevbeşin derxînin holê, Kurd dibin evindarê cudahiyên navxweyî. Hemû jêhatbûna xwe em di vê mijarê de tunedikin. Em têrbûna xwe di newekheviyê de, di real perçebûnê de, di real cudabûnê de dibinin. Mirov baş zelal dibîne ku di bikaranina van têgehan de hinek kêfîbûn heye, hinek xumam heye, hinek mij heye lê sayîbûn tüneye. Divê em baş zanibin ku tevgereke netewî ji aliyê hest û raman de bêyî zelalkirina têgehên sereke, nikare hevbeşîyeke netewî jî ava bike.Ez dikarim li vir bi sedan têgehan pêşkêşî we bikim lê tenê ji bona minak; welatperwerî, netewayetî, demokrasî, azadî, yekitî, welat, ziman, berjewendî, nirx, yêkrêzî, aşitî çiqasî di nava kultura Kurdan de bûnê stûnen tevgera netewî? Ma Kurdan heta nûha hevbeşîyek netewî li dora van têgehan ava kirine? Çima em di vî warî de heta nûha nebûne xwediyê kultureke hevbeş-netewî? Çima em derzan ji dîroka xwe ya perçebûyî dernaxin in. Çima em heta nûha ji siyaseta ku hatiyê listika dijmınan tecrûbeyan vernagirin. Çima em ji kesayetiyeke ku heta nûha perçiqî maye rizgar nabin. Çima em ji psikolojiya bındestiye xelas nabin…Divê miletê Kurd hemû zincirên ku ji aliyê dakirkeran de li wana hatine pêçan ji hevdu belawela bike, bi zimanê xwe, bi helwesta xwe, bi têkoşina xwe, bi zanebûna xwe, bi bahweriya xwe, bi ragirbûna xwe, cihê xwe di nava miletê dinyayê de kişf bike. Di pêwendiyên li dinyayê de, di hemû çalaki û waran de vekirî xuya bike. Xwedî li xwe û hebûna xwe derbikeve. Ji bona vê armanca pîroz, zanebûn, nirxên netewî, hevbeşî û pêşbînî dermanê çareseriyê ne. Divê em xûra xwe bi destê xwe bixûrînin.Ji bona mînak, têgehên me yên sereke weke netew, welat, ziman, kultur, yêkrêzî, hevgirtin, maf, hevbeşî ûhw di nava hemû tevgerên sîyasî de tên bikaranîn. Ew dibêjin welat, lê tene li herema ku tê de dijîn difikire, dibêje ziman, lê tenê qala zarava xwe dike, dibêje siyaseta netewî, lê tene rêxistina xwe derdixîne pêş, dibêje azadî, lê tene ji bona xwe dixwaze, dibêje demokrasî, lê ji xwe û pêve kesî qebûlnake, dibêje zanebûn, lê hemû tiştan jî ez dizanim, dibêje kultur, lê hayê wina ji nivîskar û hunermendên Kurd tüneye…Belê, hemû kes, rêxistin, tevger li van têgehan di gotinê de xwedî derdikevin, lê bahwer bikin piştî ku du-sê hevokên bê zanûbûneke civakî, dîrokî, felsefî hatin gotin, cebilxana me zû xelas dibe, niqaşên me ji zivanoka xwe bi dûr dikevin, weke aşekî ku vala bigere, em zêde deng derdixin lê tu berheman jî em nikarin derxînin pêş. Em di cîhê xwe de stêrikên li ezmanan dihejmêrin.Bêşik Kurd divê demildest xwe ji vê gerîneka xerabkar û şaşîyên ku bûne patalojîk azad bikin û li nirxên xwe yên hevbeş xwedî derbikevin. Li nirxên xwe yên bingehin xwedî derbikevin û tevgera xwe jî li dora van nirxan kom bikin. Helwesteke netewî incex wilo dikare ava bibe.Metafora ku di zimanê me de dibêje “kanîya spî ava zelal” ji bona me çareseriya helî sereke ye. Têgehên me, mînakên me, hestên me, sîyaseta me, ramanên me divê di moxila netewayetiyê re derbas bibin. Divê têgehên me ji aliyê ziman de zelal bibin. Divê zimanê me yê navxweyî erenî be. Çiqasî em zelal bibin emê hevdû baştir têbigîhêjin. Çiqasî em hevdû baş têbigîhêjin wê netewayetiya me watedartir bibe.Bêşik, bêmitala, bêhicet Kurd di her warî de hewcedarê hevdû ne.Heger me beriya sê sedsalan bi ya Ehmedê Xanî kiribana, emê ji zû de bibana netewe ji bona xwe.

Back to top button