Nivîsar

Kanîmasê yek ji meznitrîn dastanên şorşê li başûrê Kurdistanê (beşê dawiyê)

Kanîmasê yek ji meznitrîn dastanên şorşê li başûrê Kurdistanê (beşê duyem û dawiyê)

Roja 17/9 serkeftinên pêşmergey bi xwîna dû şehîda hatine xemlandin:

 Evrokejî dîsa dijminî wek dîn û hara bi piştevanya topixanê, helîkopiter, tang û zirîpoşan her sipêdê, li her du bereyên Zirêze û bereyê serê Hemê- Girka- Çeqela, dest bi êrîşên xwe kir. Li bereyê Zirêze piştî şerekê dijwar dijmin şikest û termên hejmareka caş û leşkeran li paş xwe hêlan û ziyanên pişmergey jî li vî bereyî şehîdbûna pêşmerge Elî Şikrî Cehwer  ser bi Komîteya Zaxoyê bû.
 Li bereyê serê Hemê-Girka-Çeqela jî dijminî êrîşa xwe ya çaremîn kire ser hêla bergirya pêşmergey, û her ji serê Hemê, Birîfka, Girka, Çeqela û ta ku navgira li navbera gundê Babîrê û Bêlîzanê hemû bû yek parça agirî û li ser serê dijminî bû dojeheka dirust. Li serê Hemê pêşmergey êrîşa çaşan şikand ta ku kirîne di lîwa Bêgova da û li deşta Çeqela jî pêşmerge keftine dûv caş û leşker û tangên wan û piştî çend kesek jê hatînekuştin ew jî revîne di nav lîwayê da û topixana şorşê jî ku bi armanichngaftinê ya bi navudeng bû, hem hêza dijminî ya ku ji ber pêşmergey berev lîwayê direvî û hem jî lîwa û kelha Bêgova ( baregayê çaşan ) êxistibûne jêr agirê guleyên xwe û êdê leşkerên dijminî di lîwayê jî da nedihewiyan û direvîne nav malên xelkê Bêgova.
 Li bereyê serê Hemê pêşmergê qareman Nebî Weysî Hirorî yê ser bi rêkxirawa Şoriş di demê şikandina êrîşa dijminî da li çiyayê serê Hemê şehîd bû.

 Rêka revê jî li dijminî hatye birîn û ew ji tirsa har bûye:
 
Ev 7 roje dijmin roj bo rojê şikestinên meznitr dixwe û êdî Bêgova jî ku meznitrîn bingehê dijminî yê leşkerye li deverê, keftye bin agirê çekê pêşmergey û rêka revê jî bo dijminî nemaye, jiber ku rêka Bêgova-Batufa jî li Zirêze dibin kontirola pêşmergey daye. Êdî dijmin neçare şerê man û nemanê bike. Ji ber hindê jî dijminî hemû alterinatîv dananeber çavên xwe.

 18/9 roja hisabê ye:

 Pilana dijminî ya îvro cudaye ji rojên çûyî û şerê îvro jî ne weke çi rojên dîye.
 
Wesa diyare hêşta nîvşeve û dijminî dest bi êrîşeka bi dizî kirye. Pêşmergey jî li bereyê Çeqela-Girka- Birîfka teqe il dijminî nekir ta ku nêzîkî kîlometrekê tang û leşker û caş ji çeperên dijminî derbazbûyn. Pêşmergey li sêryana Kanîmasê-Bêgova-Babîrê bû û hêza dijminî ya pêşeng jî gehştibû pişta gundê Girka ( pişt Girê Casus ). Katjimêr 4ê sipêdê grupeke pêşmergey li sêryanê agir darête ser dijminî û di heman dem da her ji deşta Çeqela ta astenga Girka û taku pişta Girê Casus û bin gundê Birîfka kevin bi carek pêşmergey agir li dijminî barand û hêza pêşmergey li dor hêza dijminî zivrî û ew hêla di çembera xwe da û piranya cihan pêşmerge, caş û leşker bi navhev ketin. Lê caş wekî hercar ji bo revê ji leşkera şarezatir bûn û piştî çend kelexek jê wan ketîn, ew revîn û xwe derbazkirin û leşker û tang hêlane di destê pêşmergey da.
 Vî şerî her ji katjimêr 4ê sipêdê ta ku 9ê vekêşa. Hêza ku pêşmergey ew êxistye di çembera xweda 50% hate jnavbirin ku ziyanên dijminî bi vî awayî bûn: 50 kuştî û 65 birîndar ji caş û leşkeran û 4 leşker jî bi dîlî keftine destê pêşmergey, herwesa 2 tangên dijminî hatine şewitandin. Destikeftên pêşmergey jî evebûn: 40 kilaşînkuf, 5 RBG, 2 RBK û 2 dezgayên bêtelê bûn. Pêşmerge keftine dûv hêza dijminî ya şikestî ta ku deşta Çeqela û ji wêrê ta ku geheştîne nav baregayê lîwa Bêgova jî keftine bin agirê topixana şorşê ku dîsa hejmareka dî ya kuştî û birîndaran jê êxistin. Dijminî çend helîkopiterek hinartin di hewara hêza xwe ya şikestî, lê ew jî li ber agirê RBG yên pêşmergey çewa hatbûn wesa jî revîn û berev Zaxoyê çûn.
 Mixabin divî şerê mezin da kadiro û pêşmergê qareman Wesfî Selman Bêduhî  berpirsê rêkxirawa Şoriş şehîd bû.

 Firokeşkênên me xuya nakin û pêşmerge bi RBG yan helîkopitera ji meydana şerî direvîne:
 
Pêşmergey grûpeka berevaniya asmanî hebû ku çend parçe çekên pêşkeftî yên dijî firoka didest da hebûn. Sala çûyî li nêzîkî gundê Tişîşê li ser rêka Bêgova- Kanîmasê wan bi vî core çekî helîkopitereka dijminî êxistibû xwarê ku, her li wî cihî jî ketbû û bi yekcarî şewitîbû û vê rûdanê tirseka mezin êxistibû dilê dijminî. Di vî şerî jî da cihê vê grûpa berevanya asmanî li çiyayê serê Hemê hatbû destinîşankirin. Ji ber ku hizir hatbû kirin ku piştî rizgarkirina kanîmasê û devera wê şerê mezin dê kevîte devera Girka, Çeqela û ta ku serê Hemê. Her ji ber hindê jî ew cihê bilnd bo wan hatbû desnîşankirin da ku bişên ji wêrê hemû meydana şerî kontirol biken û êrîşên helîkopitera li ser bereyê şerî sivik biken. Lê herçende evroke li seranserî vê bereyê şer gelekê gerime û dijminî bi hemû hêza xwe ya erdî û asmanî berê xwe daye çeperên pêşmergeyî. Piştî ku helîkopiterên dijminî hest pê kirî ku berevaniya asmanî ya pêşmergeyî ya bêdenge, wan gav bo gavê xwe nizim kirine ser çeperên pêşmergeyî û ew dane ber şêlkên rakêtan. Lê belê çend pêşmergeyekên desthel bi agirê RBG yan berhingarî helîkopiteran bûn û ew hind tengav kirin ku pêşîyê xwe ji ser çeperan bilnd kene asmanan û paşî jî ji meydana şerî birevin û hêzên xwe yên erdî bihêlne di destê pêşmergey da.
 Mixabin divî şerê giran da û bi taybetî evro grûpa pêşmergey ya berevanya asmanî ku bi firokeşkên dihatine niyasîn, qed didyar nebûn û nizanim li kûvebûn?!
 
Topxana şorşê gorzê kujekê navçavên dijminî ye:
 
Her wekî me diyarkirî her ji roja destipêkê ta ku roja dawiyê rojane û hindek roja jî çend careka dijminî êrîş danî ser bereyê Girka- serê Hemê û topa 120 mlm ya şorşê jî ku li alîyê çiyayê Metîna û li devera Navgira li navbera gundê Babîrê û Bêlîzanê hatbû damezrandin, bi rêka dezgayê bêtelê hevahengyeka baş digel hêza pêşmergey ya ku li deşta Çeqela bû hebû. Herwesa ji ber ku cihê topxanê yê bilnd bû, êrîşên dijminî yên ku bi roj dihatin her gava ku ji lîwa Bêgova derdiketbana wan, ew didîtin û gav bi gav li ser hatina wan, wan hêza pêşmergey ya li ber sîngê êrîşê agehdar dikr. Dema hêza dijminî digeheşte ber çeperên pêşmergey topixanê û pêşmergên ku di çeperan de bûn bi hevre li wan didan û êdî ew dikeftine bin agirê topixanê ta ku digeheştine nav lîwa Bêgova û gelek cara jî ji tirsa agirê topixanê direvîne nav malên bêgoviyan. Ji hejî gotinê ye ku topiçîyê şorşê di vî şerî da zîrekiya xwe di hingaftina nîşanê da, nîşa dost û dijminan da

 Radarê top nedît lê topê radar dît:

 Me li pêşîyê diyarkir bû ku, topixana şorşê li navgira navbera Babîrê û Bêlîzanê konmişik li dijminî kirbûne qeyserî.  Hemahengya topixanê digel çekê sivkê pêşmergey, li dem êrîşa bo ser bereyê Girka- Çeqela, wesa ya rêkûpêk bû ku da bêjî hemhengya amûrên mozîkê ye di yek semfonîyê da. Li nav Bêgova bi xwe jî caş û leşkerên dijminî jiber agirê topa pêşmergey êdî xwe di nav baregayê lîwayê û kelha Bêgova da jî nedgirt. Ew berdewam direvîne nav malên bêgoviyan. Jiber vê yekê kêç ketbûne gyanê dijminî û hewil dida bi her awayî be, cihê wê topê destinîşan bike, belkî wê bi rêka topixane û firokên xwe jnav bibe. Bo vê çendê jî wan radarek anîbû û danabû ser banê kelha Bêgova ku baregayê çaşan têda bû. Belê zîrekî û hişyariya topiçîyê şorşê ew pilana wan zû hest pêkir û her yekser berê topa xwe zivirand û radar kire armanca xwe û golletopek kire di nîva sêla radarê da û ew parçeparçekir. Êdî vê bûyera mezin tirs û lerza dijminî dû beramber zêde kir û dijmin êxiste ewşeka gelek hîstiryayî de.
 
Caş û xencera xiyanetê li serê Hemê:

 Herwekî me li pêşîyê jî diyarkirî êrîşa dijminî ya roja 18/9 geleka taybet û cuda bû ji êrîşên rojên dî. Ji ber hindê jî dijminî li bereyê serê Hemê jî takitîkeka nû bikaranî û divê takitîkê jî da caş bikaranîn. Ew jî ew bû ku, bi şevê hêzeka têralîk ji caşên şarezayên deverê bi dizî ve di pişta gundê Çelka kevin ra û ji alîyê gundê Hirorê ve şandin ku ji pişt ve êrîşê bikene ser hêza pêşmergey li çiyayê serê Hemê. Li sipêdehiyeka zû şerî, helbet bi piştevanya topixanê û helîkopitera dest pê kir. Herçende li wî bereyî grûpa dijîfiroka wek pêdvî berevanî ji bereyê serê Hemê nekir û li hemberî êrîşên esmanî yên helîkopitera berevanî ji pêşmergey nekir, lê dîsa jî pêşmerge û Bergirî Milî şiyan hêza dijminî bişkênin û çaşan bi rûreşî dagêrine ve bo nav lîwa Bêgovada.
 
Li bereyê Zirêze asman jî li dijminî dibe agir:
 
Li bereyê Zirêze jî roja 18/9 şerê germ bû û dijminî ji erd û asmana ve êrîş înaye ser pêşmergey û wekî heroj jî pêşmergey tama tehla şikstinê bi wan dayekerraftin. Lê bûyera ku evro serkeftinên vî bereyî zengîn kirîn ew bû ku pêşmergey li esmana agir berda dû firokên dijminî û êxistin ku yek curê Sîxoya rusî bû û ya dî jî Pîlatoz bû.

Alterinatîvên tirsonek û hovane yên dijminî:

 Di ser hindê ra ku dijminî di êrîşîn roja 18/9 da bihêztirîn û dirrindetrîn êrîş anîye ser çeperên pêşmergey û di van hemû êrîşan jî da takitîkên nû û taybet bikar anîn. Lê dîsa jî ev roje roja meznitrîn şikestin û rûreşîyên dijminî bû. Vêca piştî ku dijminî di van çend rojan da nêzîkî 15 êrîşa kirîn û hemî bi şikestin û rev bi dumahî hatîn, û piştî dijmin geheştye wê bawerîyê ku bi vî awayî neşêt hêza pêşmergey ji cihê wê bilvînît, dest bi alterinatîvê xwe yê trisonek û hovanetir kir. Ew jî ew bû ku dijminî biryarda dev ji êrîşên ser pêşmergey berdet û bi hemû hêza topixane û firokên xwe berê xwe da gunda û kuştina jin û zarok û xelkê sivîl. Her ji devera gelîyê Dihê, devera Şixoyê û gundên devera Berwarî Bala yek bi yek êxistine bin agirê topixana giran, firokên helîkopiter, pîlatoz û firokên cengî. Dijmin bi vê jî nerawesta û dest avêtê bombarankirina gundan bi çekê qedeghekirî, bombên (wîşî, inqudî) ku, carina bi yek bomba wîşî 2-3 kîlometir zevî bi bomba dihatin kêlan. Ew  bombe li asmanan vedbû û 250-300 gule jê derdikeftin û bi vî awayî gund û cihên sivîl bi bomba dikêlan û dişewitandin. Hindek ji wan gunda ev bûn : Xankê, Gwîlka, Bêşîlê, Bazê, Kanîmeznê, Ashê û Dêrîşkê, ku li rojên 17, 18, 20, 24 û 25/9 hatine bombarankirin.
 
Di encamê vê êrîşa hovane s bo ser xelkê sivîl de 11 kes ji xelkê wan gunda hatine şehîdikrin ku bi vî awayî bûn:

 1- 6 kes ji gundê Xankê ku 4 zelam û 2 jin bûn.
 2- 4 kes li Dêrîşkê ku 2 zarok û 1 jin û 1 jî zelam bû.
 3- Zelamek jî li Bazê ku xelkê gundê Çemseyda bû.

 Pêşmerge ji bo parastina giyanê xelkê sivîl rêka dijminî vediken:
 
Roja 20/9 pêşmerge hêşta berdewam kontirola hemû bereyên şerî bi temamî diken û dijmin neşiya yek bostê jî pêşve bihêt. Lê piştî ku dijminî çend roja li ser hev bi hovatî gund û xelkê sivîl dayne ber agirê tang û top û firokên xwe û hejmareka xelkê sivîl şehîd û birîndar kirîn, êvarya evro (20/9) bi rêya dezgayê bêtelê biryar ji berpirsê pêşmergey hat ku rêka dijminî bihête vekirin bo Kanîmasê da ku zêdetir ziyanê negehînîte xelkê sivîl, lê divêt rê nehêtedan dijmin ji rêka serekî ya Kanîmasê-Bêgova derkeve da ku destê xwe negehînîte gundên deverê. Roja paştir dijmin bê şer geheşte Kanîmasê.

 Kurdên sivîl li her du alîyên sinûrî armanca dijminî ne:

 Dijmin ji ber şikestina xwe ya mezin û piştî ku senga xwe beramber hêza pêşmergey, wesa xwe lawaz û bê deselat dîtî, kefte di rewşeka harbûn û hîstîryayê da û êdî dilê wan bi kuştina jin û zarokên kurda li devera Kanîmasê tena nebû û dest havête bombarankirina gundên kurda li nav axa tirkî (bakurê Kurdistanê). Ew bû li roja 23/9 firokên cengî yên Îraqê êrîşeka esmanî birine ser gundê Biyadirê li devera Çelê û di encamê vê êrîşê da 3 kes ji xelkê wî gundî sehîd kirin ku 2 jin û 1 zelam bûn û 8 kesên dî jî birîndar kirin.
 
Encamên vê dastanê:
 
A- Ziyanên şorşê:
 
Şehîd û birîndar: Ziyanên giyanî yên şorşê bi tevayî ji pêşmerge û Bergirî Milî û

hevwelatyan bi vî awayê xwarê bûn:
23 şehîd û 33 birîndar ku me li xwarê jî cuda cuda diyar kirine.

 Şehîd û birîndarên pêşmerge:
 
Hejmara şehîdên pêşmerge di vê dastanê da 7 şehîd bûn ku bi vî awayê xwarê bûn:
• Mehemed Salih Silêman Botî/ berpirsê konîteya devera Amêdîyê şeva 13-14/9/1987 li Kanîmasê hate şehîd krin.
• Wsfî Silman Bêduhî/ berpirsê rêkxirawa şoriş ya ser bi komîteya Duhokê ve roja 18/9/1987ê li G irka hateşehîd kirin.
• Nebî Weysî Hrorî/ ji rêkxirawa şoriş ser bi komîteya Duhokê ve roja 17/9/1987ê li serê Hemê hate şehîd kirin.
• Yusif Salihh Koçer/ ser bi komîteya Amêdîyê ve şeva 13-14/9/1987ê li Kanîmasê hate şehîd kirin.
• Salihh Selîm/ ji komîteya Zaxoyê şeva 13-14/9/1987ê li girka hate şehîd kirin.
• Seyd Yasîn ji rêkxirawa Şoriş roja 14/9/1987 li Girka hate şehîd kirin.
• Elî Şukrî/ ji rêkxirawa Şingar/ ser bi komîteya Zaxoyê ve roja 17/9/1987 li Zirêze hate  şehîd krin.
 Herwesa 8 pêşmerge jî divê dastanê da birîndar bûn.

 Şehîd û birîndarên Bergirî Milî:
 
Hejmara şehîdên bergirî Milî 2 kes bûn ku ew jî mam û biraza bûn û xelkê gundê Girka bûn û her li bereyê Girka jî roja 15/9/1987ê şehîd bûn, evejî navên wane:
• Mistefî Hisên Maruf Tovî/ xelkê gundê girka.
• Ezîz Mehemed Hisên Tovî/ xelkê gundê Girka.
• Hejmara birîndarên bergirî Milî jî 7 kes bûn.
 
Şehîd û birîndarên hevwelatî:

 Hejmara şehîdên hevwelatî 14 kes bûn. Helbet hemû şehîdên hevwelatî bi gullên top û firoka di gundên xwe da hatine şehîd kirin. Ku bi vî awayê xwarê bû:
 6 kes roja 17/9/1987ê li gundê Xankê bi gullên firoka hatine şehîd kirin û 4 kes jî (3 jin û zarokek) birîndar bûn. Ji wan şehîdan 4 zelam û 2 jî jin bûn û evên xwarê jî navên wan kesane:
 Elî Izedîn Elî, Reşîd Izedîn Elî, Şukrî Silêman Ebdula, Hisên Mûsa Cime, Pîroz Abdulxefur û Sakîne Ferîq
 2- 4 kes ku hemû ji malbatekê bûn roja 16/9/1987ê li gundê Dêrîşkê bi bombên firokên cengî hatine şehîd kirin ku du zarok, yek jin û yek jî zelam bû.
 3- Roja 18/9/1987ê li gelîyê Bazê, Seyd Ahmed Çemseydî  bi gullên topa hate şehîd kirin.
 4- Roja 23/9/1987ê gundê Biyadirê  ku dikevîte nav sînorê Tirkîyeyê li devera Çelê  ji alîyê firokên cengîyên hikumeta Îraqê ve bombarankirin û di encam da sê kes şehîd bûn ku du jin û yek jî zelam bû, hewesa 8 kes jî birîndar bûn.
 Herwesa herwekî me li pêşîyê jî dyarkirî dijminî piranya gundên devera Berwarî Bala û gundên devera Şixoyê û gundê Biyadirê yê li nav sînorê tirkî, di rojên 16,17,18,23,24 û 25/9/1987ê bi top û firokên cengî û helîkopiteran bombaran kirin û di encam da 18 hevwelatî hatine birîndarkirin ku piranya wan jin û zarok bûn.

 Destikeftên şorşê û ziyanên dijminî:

1- Ziyanên dijminî:

 1- Êxsîr (dîl): 921 kes ji caş û leşkerên dijminî êxsîr ketin destê pêşmegeyî ku pitir 300 kes ji wan leşker bûn û yên dî jî caş bûn. Dinav van dîlan da du serok caş, fermandê fewca leşkerî tevî 15 efseran û çend piledarên emin û polîsên rijêmê jî hebûn.
 2- Kuştî: 502 kes ji caş û leşkerên dijminî di vê dastanê da hatine kuştin, ku serok caşek û 12 efserên leşkerî dinav da bûn.
 3- Êxistan du firokan yek ji curê Sîxo û ya din jî pîlatoz bû.

 2) Destikeftên şorşê:
 
1- Rizgarkirina erdî:
 
Girtina 5 fewca ku çar jê yên çaşan û yek jî ya leşkerî bû tevî 71 binge ( rebye, qerequl) yên ser bi van fewcan ve, herwesa girtina navenda nahiya Kanîmasê û bingehê polîsan.
 Ev devera hatiye rzigarkirin ku ji rûbarê Zê ta ku Xabûrî bû nêzîkî 300 km çargoşebû, lê bi rizgarkirina vê deverê devereka nêzîkî 600 km çargoşe bi temamî kefte jêr kontirola pêşmergey ku wekî me diyarkirî ji rûbarê Zêy ta Xabûrî û ji sînorê tirkî ta ku çiyayê Metîna bû.

 2- Destikeftên çek û cebexanê:

 Di wê demê da ji ber ku pêşmergey çi çavkanîyên dî yên çekî nebûn û divyabû hemû çek û pêdvîyên xwe yên leşkerî ji dijminî standibana, her ji ber hndê jî çekên destikeftî ji bo pêşmergey çavkanya herî giringa man û berdemîyê bûn. Vêca yek ji giringîyên vê dastanê ew bû ku çekekê zor û baş kefte destê şorşê û bû egerekî giring ji bo bi hêzêxistan pêşmergey.

 Destikeftên çekî:

 Destikeftên çekî di vê dastanê da bi vî awayê xwarê bûn:
• 2 topên 120 mlm
• 1 topa e`qde2
• 5 topên 82 mlm
• 15 topên 60 mlm
• 25 rokêtavêjên RBG
• 1 reşaşa Girînof
• 16 reşaşên Diktariyof
• 13 reşaşên RBK
• 8 reşaşên BKC
• 1012 tivengên Kilaşnîkof
 
Destikeftên gulle û cebexanê:

• 435 gullên topa 120 mlm
• 103 gullên topa e’qde2
• 4878 gullên topa 82 mlm
• 3332 gullên topa 60 mlm
• 682 rokêtên RBG 7
• 312075 fîşekên kilaşnîkofê
• 1120 rokêtên vaz
• 218500 gullên girînofê
• 3000 gullên birino
• 2463 narincokên destî
• 1500 gullên reşaşa dijî firoka 14.5 mlm
 
Ya dijî tang û zirîpoşan S.B.G-9,  903 gullên 105 û mînên dijî peyayan

• 15 mînên dijî tangan
• 50 maskên dijî gazên kîmyawî
• Dûrbînek ji corê mezin (mirsd)
• 2 dûrbînên şevê
 
Hejmareka mezina dûrbîn û demance û kekupelên leşkerî
 Destikeftên dî:

• 30 tirombêl û zirîpoş
• 6 tayp
• êzgeyekê bêtelê cîhanî
• dînemoyekê karebê
• Hemû derman û kelupelên nujdarîyê yên bingehê saxlemya Kanîmasê
 
 
Serok Barzanî ji bo serkeftina mezna Kanîmasê pîrozbayîyê li Liqa Yek dike:

 Bi helkefta dastana Kanîmasê û rizgarkirina bi sedan kîlometrên çargoşe ji axa pîroza Kurdistanê, serok Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbayeka gerim pêşkêşî Liqa Yeka Partî kir û ev jî naveroka wê namê ye:
 

Gelî hevalên xebatker

Ey pêşmergên qaremanên Kurdistanê

Ez pîrozbahiya we dikem ji bo wê serkeftina mezn, rizgarkirina nahiya Kanîmasê û derdûra wê, di dîroka bizava rizgarîxweaza kurdî da dastaneka dîrokî ya pirşingidar e. Hosa jî, bi vê serketinê, we aramî gehande giyanê şehîdan û dilên malbatên wan şad û bextewer kirin. Bi vê dastanê jî, ji bo xebat û berxweedanê, we moral û giyanekê bilnd da şorşa kurdî û hemû xebatkerên Îraqê. Herwesa we diyarkir ku hêz û şiyana gelê Kurdistanê û leşkerê şoreşgêrê Kurdistanê geheştiye radeyekê ku dirbên giran û bi jan li dilê rijêma faşî û caşên wê dide. Em silavên gerim dişînîn ji bo wî giyanê qurbanîdanê li def her pêşmergeyekî û her berpirsekî li sînorê Liqa hewe û Lijnên Navxo yên ser bi Liqê ve ku, her yekî ji wan li gor rol û cihê xwe bi mêranî û camêrî şer û berxweedan kirye. Berê dil û çavên gelê me li qaremanî û qurbanîyên we ye. Silav ji bo giyanê pakê hemû şehîdên vê dastanê bi taybetî şehîdê Partî û şorşê Mihemed Salih Silêman berpirsê Komîteya Amêdîyê. Ew sembola xebat, şorşigêrî, pêgîrî û qurbanîdanê bû. Silav ji bo şehîdên me yên dî,  ji cengawerên leşkerê şoreşgêrê Kurdistanê şehîdan Wesfî Selman berpirsê Rêkxirawa Şorş, Yusif Salih, Salih Selîm, Seîd Yasîn Ebdulxefûr, Nebî Weysî, Elî Şukrî û hemû şehîdên hêza Bergirî Milî û hevwelatîyên bêdeselat yên vê dastana nemir.

 Gelî hevalên xweştivî
 Gelî pêşmergên qareman

Ev serkeftina we di demekê gelek nazik û giring di dîroka bizava rizgarîxweaza kurdî û xebata gelê Îraqê da hat, ji ber ku mukumkirina vê serkeftinê dê bibe egerê pêşdeçûn û geşkirina xebata rewaya gelê me.
 We di demekî da ev qaremanye bi cî anî û bi sedan kîlometrên çargoşe ji axa welatê me rizigarkirin ku rijêma Sedamî dijwartirîn û hovtirîn êrîşên wêrankirina Kurdistanê û derbederkirina xelkê wê destipêkirye û ew xwe ji bo bicîanîna qonaxeka dî ya derbederkirin û qirkirina gelê me amade dike.
 Ev serkeftina we ta nuha meznitrîn dastane di dîroka şorşa 26 gulana 1976ê ya pîroz da, û ew şanazyeka diye we li tomara şanazîyên şorşa kurdî û Partî û xebata Barzanîyê nemir zêdekir.
 Herwesa ev serkeftine cihê şanazya gelê Îraqê û hêzên wê û hêzên nîştimanî yên kurdistanî û îraqî ye, ji ber ku ew pêngaveka giringe roja rizgarîyê ji rijêma Sedamê faşî û keftina wî û rizgarya gelê kurd û îraqê ji vê rijêmê û damezrandina deselateka nîştimanî dîmokiratî li Îraqê û bidestveanîna mafên netewî yên rewa yên gelê kurd nêzîk dike.
 

Gelî birayên hêja

Karbiken ji bo parastina serkeftina xwe ya mezin û nehêlin xweşî û şadya serkeftinê karîgerya negetîv li rêveçûna karubarên we bike. Îro ji her demekî pêtir hewl bidin rêzên xwe biken yek û hevbigrin û rêzên xwe rêkbêxin, çi li ser astê rêxistinî be yan jî leşkerî, û berdewam bin li ser parastina xelkê Kurdistanê û berjewendîyên wan. Bila ev serkeftine bibe bingehê serkeftinên meznitir. Şorşa gelê me ya demdirêje û hêşta gelek şerên dî yên mezin li pêşya me mane, vêca bila ev serkeftine, ji bo serkeftinên meznên bên, amadekaryek be.

Gelî bira

Em bi we, hişyarî û têgeheştina we, hişyarya pêşmergên qareman û xelkê xweragirê Kurdistanê  bawerîn ku dê di xebata xwe da ji bo mukumkirina giyanê hevpeymanî û hevxebatîyê digel hêzên nîştimanîyên xebatker di berdewam bin. Bihêzkirina peywendiyan digel xelkê Kurdistanê ji bo berdemiya xebatê ber bi rizgarîyê ve. Hêz, bawerî, hêvî û armancên me ji bo serkeftinê berhemê wê harîkarya bê dumahî ya gelê me û kurên wê yên rencdere ku, li dor alaya Partiya me, şorşê, bizava rizgarîxaza kurdî û bizava nîştimanî ya îraqî civiyan e.
 Careka dî pîrozbahiyê li we dikeyn û em hîvîdarîn dastana Kanîmasê bibe nimûne û rênîşander ji bo tevaya pêşmergên mêrxasên Partiya me.
Û her bo pêşve

Birayê we

Mesûd Barzanî
 Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê- îraq
 18ê îlona 1987ê
 
 
Serokcaş bi dizî têne berdan û kevnepêşmergejî têne kuştin:
 
Herwekî diyar ev kiryara leşkerî ya mezin ji alîyê pêşmergên Pariya Demokrata Kurdistanê ve hate encamdan, lê ji ber ku demekî kêm bû hevpeymanî dinavbera (YNK) û (PDK) da di çarçova Bereyê Kurdistanî da hatbû îmzakirin û ji encamê wê jî hêzeka biçûka (YNK) hatbû Badînan. PDK jî ji bo ku ev hevpeymanye di meydana xebatê jî da bikeve di pirakitîkê da û dinav medyayê jî da deng vede, viya hêzeka biçûka (YNK) jî her ji bo meselên medyayê û dengvedana Bereyê Kurdistanî pişkidarîyê di vê dastanê da bike. Her ji ber hindê jî grûpeka pêşmergên (YNK) di bereyê Gabnêrkî da pişkidarbûn ku bereyekê giring nebû û pirranya hêzên vî berey jî j hêzên Bergirî Milîyên ser bi (PDK) pêkhatbûn.
 Demê Kanîmasê hatiye rizigarkirin û hêzeka pêşmergey ji wêrê êrîşek bi hêz biriye ser her du fewcên çaşan yên gundê Ravîna, serokên her du fewca  digel serokê fewca çaşan ya Kanîmasê (ku bi şev revî bû û xwe gehand bû ba wan) berev alîyê fewca Sotkî û lîwa Bêgova ve revîn. Belê li nêzîkî gundê Batufa Seyda û jêriya gundê Elkuşkê ketine boseya hêzên Bergirî Milî û di encam da serok caşek hatekuştin, piştî ku neviyay xwe teslîm biket, û dû jî hatine êxsîr kirin
 Ta ku vêrê her tişt normal bû, lê mixabin pêşmergên (YNK) bi bihaneya ku kiryar kiryareka Bereyê Kurdistanê ye û hemû dîl dê li baregayê Komîteya Amêdîyê li gelîy Bêşîlê hêne komkirin, wan ew her du serok caşên dîl ji destê Bergirî Milî anîne der û birine baregayê xwe li gelîyê Bazê.
 Yekêtî Niştimanî Kurdistan (YNK) li Badînan geleka lawaz bû û di warê peydakirina pêşmerge û alîgiran de arêşeyeka mezin hebû. Wan her du serok çaşann jî ev çendebaş dizanî, lewma wan soz da bi pare û bi mirovan harîkaryeka (YNK) biken, da ku YNK wan teslîmî (PDK) neke. Çunkî ew gelek ditrisyan bikevne destê (PDK) ji ber wan kiryarên xiyanetkarî yên ku wan li dijî şorşê û pêşmergey kirîn.
 Vê kiryara biraderên (YNK) wekir ku li şûna ev dastane, herwekî hatye pilankirin, bibe egera mukumkirina hevpeymanîyê û degvedana Bereyê Kurdistanî, ew bû egerê peydabûna arêşeyên mezin û dilsarîyê di navbera her dû alyan da, ji ber ku (YNK) bi hîç awayekî amadenebû wan bide dest (PDK).
 Piştî demekî her du serok caş bi dizî (PDK) ve hatine berdan.  Yek ji wan bi rêka mirovên xwe yên caş hindek çek ji nav dijmnî ji (YNK) re anî, û yê dî jî beramber meblexekê perey yê mezin hat azad kirin.
 Belê hind nemabû ev arêşe bibe egerê têkdana Bereyê Kurdistanî, lê dîsa jî (YNK) amadenebû wan bide dest (PDK). Lê tiştê ecêb ew bû ku ji alyekî dî ve kesekê dî yê ku ew jî bi êxsîrî ketbû destê (YNK) ku ji sala 1976ê ta ku 1986ê ew û babê wî her du pêşmerge bûn digel (PDK) û li sala 1986ê ji egerê  rewşa jiyana wana xirab neçar bibûn xwe teslîmî dijminî kir bû û ji neçarî li gel yek ji wan fewca bibû caş. Ji aliyeî ve (YNK) serxatira wan her du serok çaşan peywendîyên xwe û (PDK) têkdan, ji alîyê dîve ew rabûn ev kesê 10 sal pêşmergatî û salek çaşantî kirî gullebarankir. Kesê ji aliyê YNKê ve hatiye kuştin  rojekê jî dest di dikryareka dijminkarî da li dijî pêşmergey û şorşê be bû. Lê, wek dihategotin, yek ji berpirsên (YNK) yên Badînan meselayeka kesayetî , şexsî digel wî hebû.
 Mixabin van her du rûdanan gelek ji buha û meziniya vê dastana giring û mezin kêm kir.
 
Giringya dastana Kanîmasê:
 
1- Guhrîna awayê çalakiyên pêşmergeyî: Ta ku wê demê di dîroka şorşa Gulanê da, ku ew 11 sal bû berdewam bû, çi kiryarên wekî vê mezin û karîger nehatbûne encamdan. Ji ber ku kiryarên taku wê demê piranî girtina yek yan çend bingehan (rebye, qerequl) yan kemîn yan jî şikandina êrîşîn dijminî yên bo ser deverên azadkirî bû. Lê vê dastanê bi meznî û giringya xwe şoreş gehande pileyeka nû û rewşa leşkerî bi yekcarî guharit û bi vê jî tirs û lerzeka gelek mezin kete dilê dezgeh û saziyên leşkerî û sîxorîyên dijminî.
 2- Destkeftên pêşmergeyî: Şorşê tu çavkanîyên çek û pêdvîtiyên leşkerî nebûn ji bilî destkeftên ku ji dijminî distandin, ji ber hindê vê dastanê giringyeka xwe ya gelek mezin hebû ji alîyê destikeftina çek û pêdvîyên leşkerî ve, bi taybetî jî ew çekê mezin û gulleyên çekê cur bi cur. Herwekî em dizanîn taku wê demê jî gelek ji pêşmergan pez û kewalên xwe difirotin û çek pê dikrî û şerê dijminî pê dikr, ji ber hindê jî pêdviya şorşê gelek bi çekî hebû ji bo berdewamî û pêşkeftina şorşê. Vêca destikeftina bi sedan parçeçekên cur bi cur we kir ku hem hêza pêşmergey têr çek bibe û hem jî ew çekê zêde li ser hêza Bergirî Milî li gunda bête dabeş kirin. Bi saya vê dasatanê heta çekê wekî RBG û hindek curên reşaşa keftine destê Bergirî Milî. ( Bergirî Milî ku xelkê gundan bûn, di hemû şeran de,  hêzeka piştevanya karîger bû bo pêşmergey.)
 3- Guhartina hevsengiya hêzê: Ta nuha her wesa hatbû têgeheştin ku dijmin xwedan hêz û çekekê mezne û şoriş jî xwedan hêzeka pêşmergey ya sinordar û çekekê sade û kême. Lê vê dastanê diyarkir ku herdemê rêberî û pilanên baş ji bo hêza pêşmergey hebin ew herdem hêzeka karîger û mezine û dişêt bi ser hêza dijminî ya mezin û pirçek de serkeve. Vê çendê jî wekir ku ew têgeha kevin û hevsengiya hey bi temamî bihête têkdan û hizir li kêşan û pîvanên nû bihête kirin. Divê dastanê da derkefit kanê pêşmerge bi vê hejmara xwe ya kêm û çekê xwe yê sivik û sade xwedan çi hêzeka mezin û karîgere û dijmin jî bi vê hejmara mezina caş û leşkeran, çekê mezin, moderin û wêranker çi hêzeka lawaz û şikestî û bêşiyane. Helbet taku hîngê ev rastiye ne li ba dosta û ne jî li ba dijmina neya diyar û zelal bû. Her ji nişkekê ve ev hemû şiyan û hêz û karîgeriya pêşmergey wekî bombekê peqîn û derkeftin û hêza dijminî jî wekî peykerekê ji berfê çêkirî bi yekcarî li ber hêz û bawerya pêsmergey heliya û xwenegirt. Vê çendê jî moralekê nû da şorşê û xelkê Kurdistanê û hêza dijminî jî pitir ji xwe bê bawer û tirsinok bû.
 4- Giringya cîwpolîtîkî û leşkerî: Devera Kanîmasê û mişara Berwarî Bala ji alîyê cîpolîtîkî û leşkerî ve devereka giringe. Ew dever digel bakûrê Kurdistanê (Tirkiye) hevsinûre. Devera Serzêrî û gundê Deştanê niqteya pêkgeheştina hêzên leşkerî yên tirkî û îraqî bû ku, berdewam hemahengî û pilangêrî bi hev re li dijî şorşê dikir û zanyarîyên îstîxbaratî li ser bizavên pêşmergey û şorşê didanehev. Ji alyekî dî ve başûrê vê deverê ku, dikeve pala bakûrê çiyayê Metîna çend baregayên pêşmergey li gelîyên vî çiyayî hebûn û bi dehan mal jî li wan gundên ber çiyayî avabûn ku, ew gund bi salane bûne baştirîn piştevan û harîkarên şorşê.
 5- Dengvedana medyayê: Herwekî diyar ta ku wî demî rijêma Îraqê çembereka medya û ragehandinê êxistibû ser şorşê û nedhêla bi çi awayekî dengekê wesa derkeve ku, cîhan pê bizane şoreş, şer û berxwedan li kurdistanê heye.  Ji ber hindê jî çi rojnamevan û peyamnêrekê biyanî nedişya xwe bigehînîte Kurdistanê, ji bilî wan yên ku xwe tûşî gelek metrisyan dikr û car cara bi rêka şorşê û bi qeçaxî li sînorên Tirkiyê û Îranê bi dizî derbasî Kurdistanê dibûn. Helbet ji bo şorşê jî gelek giring û pêdvî bû dengê xebat û berxweedana gelê Kurdistanê bigehîte cîhanê, da ku di nav çiyayên Kurdistanê da nehête xendiqandin. Lewma jî şorşê berdewam hewldida ku deng û nûçeyên kiryar û bizavên pêşmergey û hovatî û wêrankarya dijminî bigehîne medya cîhanê û xelkê biyanî haydarî ji vê dirindeyî û mirovkujya rijêma Basê hebe.
 Vêca meznî û hêza vê dastanê destipêşxerî ji destê rijêmê derêxist û çembera wê ya medyayê şikand û dengê vê dastana giring li medyayên cîhanê belav bû û rojane medya cîhanê ev rûdana giring dişopand û daxuyanîyên serok Barzanî û nûçeyên dastanê belav dikirin. Her ji roja 15-22/9/1987ê Kanîmasê bibû xala here gerim û giringa raportên ajansên nûçeyan û radyo û rojnamên cîhanî û di wan rojan da gelek rapor li ser xebat, dîrok û şorşa Kurdistanê hatine belav kirin. Di wan rojan da hemû ajansên Reuters, United Press Interinational, Associated Press, ajansa nûçeyan ya Austryayê û Gilalepirês daxuyanîyên serok Mesûd Barzanî weaşndin. Dîsan hejmareka mezin ji rojnamên cîhanî yên wek Times, The Independent, Waşiniton Post, Arbeiter-Zeitung, Kurir û Die Press yên Austiryayî, The New York Times û gelek rojnamên dî yên cîhanî nûçeya dastana Kanîmasê û daxuyanîyên serok Barzanî weşandin. Herwesa gelek radyoyên cîhanî yên wek BBC, Dengê Amerîka û Dengê Almanya ev nûçeye belav kir. Medya cîhanê diyarkir ku bigritina devereka hinde berfireh û giring ji alîyê pêşmergey ve, nuha metrisyeka mezin ketiye ser dergehê Îbrahîm Xelîla yê navdewletî  ku, yek ji sê rêkên girêdana rijêmê bû bi cîhana derve ve û herwesa metrisî ketiye ser borîyên petrola Îraqê yên ku di devera Zaxoyê ra derbasî Tirkîyeyê dibe.
 Helbet ev serketina medyayî ya ku şorşa Kurdistanê bi rêya dastana Kanîmasê bidestve anî serketineka mezin û di heman dem da nû bû ji bo şorşê û vê çendê jî wekir ku giringiya vê dastanê hêşta meznitir bibe.
 Ji ber hindê jî yekcarî piştî bihîstina van nûçe û şirovan ji medya cîhanî, rijêm har û dîn bû û destipêkir hêzeka mezin a leşker û çaşann ji deverên dîyên Îraqê anî vê deverê û hindî hêzek û çekekê wêranker di destî da hebû li dijî gundan û xelkê sivîl bikaranî.
 
 
Malbatên şehîdan şanazîyê bi şehîdên xwe dikn:
 
Wekî me diyarkirî hejmareka pêşmergên qareman û hêja di vê dastanê da şehîd bûn. Lê li şûna ku malbatên wan xem û behîyê girêden, ew şanaz û serbilnd bûn bi şehîdên xwe. Yek ji wan nimûnan jî ev nameya bavê şehîdê qareman Wesfî Selman Bêduhî ye ku, bavê şehîdî, çend roja piştî şehîdbûna kurê xwe pêşkeşî serok Mesûd Barzanî kirye:
 Hêja serok Mesûd Barzanî rêberê gelê me!

 
Piştî silaveka pirî wefadarî û dilsozî.

 Bi dilekê geş me peyama te ya behîdarîyê wergirt ya ku hewe kerem kirî û bi rêka Êzgê Dengê Kurdistana Îraqê li roja 18.9.1987ê pêşkeşî malbatên şehîdên dastana dîrokîya Kanîmasê kirî. Di demekî da em rêz û sipasên xwe pêşkêşî we dikîn, herwesa hestê hewe yê babînîyê bilnd dinixînîn û em careka dî sozê bo hewe û bo gelê xwe yê bindest nû dikin ve ku çi cara ji rêbaza pîroz dernekevîn û dikar û xebatê da berdewam bîn li jêr serokatya cenabê hewe yê hêja ta ku bicîanîna armancên meyên ku bi hezaran xebatkeran giyanê xwe jê re kirye qurban.

Cenabê serok

 Ji bo me şanazyeka mezn e ku malbata me îro şerefa şehîdbûnê werdigre û em jî xwe weke malbata şehîdî dinav malbatên şehîdan û di partya şehîdan da dibîn in. Şehîdbûn me pitir li ser pêşvebirin û xurtikrina xebatê rijid dike.  Bawerya me ya mukum bi doza me wisa li me dike ku roj bo rojê li ser pêşkêşkirina qurbanyan em berdewam bîn. Em bi bawerin ku jiyana gelên bindest di xweragirî û xebat û qurbanîdanê daye.
Carekadî em sozê didin ku em, bi hemû rê û rêbazan, li ser xebatê ji bo pêşvebirina karwanê pîrozê şorşê ta ku bcîhatina armancên Partya me ku ew jî hîvî û daxweazên gelê mene berdewam bîn.
 Her bimînin serok û rêberê serfiraz û sembola xebata gelê meyê kurdê hêja.
 Êdî bo pêşve
 
Dilsozê we
 Selman Mihemed Bêduhî
 Bavê şehîd Wesfî
 1.10.1987

 

 
Rizgar Kêsteyî

[email protected]

 

Amadakirin bo tîpên latînî
Nasrat Hacî

Back to top button