Polîtîk

Kanada li Kurdistanê nûnertiya xwe vedike

Berî nîvroya îro pênçşem 11.07.2013 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Mark Gvozdîkî Balyozê Kanada li Iraq û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Kanada ku ji bo bi dawî hatina erkên wê yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû ji bo rexsandina derfeta vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û balkişand li ser geşbûna berdewamiya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku muamelekirina Herêma Kurdistanê li gel wê rewşa aloza li Iraqê da heye bi wêrekî û hîkmeta mezin pêwîste. Balyozê Kanada eşkere kir ku welatê wan amadeye nivîsîngeha siyasî li Hewlêrê veke û plana wê jî heye bo wê yekê ku beşdarî li pêvajoya geşbûn û avadankirina Herêma Kurdistanê da bike. Balyozê Kanada destxweşiyê li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li yarmetîdana penaberên Sûriye û hewandina wan koçberên li beşên dinê Iraqê da ku hêviya bi Herêma Kurdistanê ve girêdaye.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Kanada û şanda li gel kir û spasiya gelê Kanadayê kir ku li rojên nexweş de bi hawara gelê Kurd hatiye û hejmareke zêdeyê welatiyên Kurdistanê li wî welatî jiyana xwe bi ser dibin. Serok Barzanî xweşhaliya xwe jî bi vekirina nivîsîngeha herdemiya Kanada li Hewlêr derbirî û amadehiya Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku li warên siyasî û aborî û miroviyan da pêwendiyên wê li gel welatê Kanada pêş bikeve. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî geşbûn û pêşketina welatan li ber çavgirtina pêverên demokrasî û rêzgirtin li mafên mirov ve girêda. Di derbarê penaberên Sûriye jî Serok Barzanî Balyozê Kanada agahdar kir ku civaka navdewletî wekî pêwîst temaşa penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê nedaye.

Back to top button