Cîhan

Kanada alîkariyên leşkerî dide Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 28.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Birono Sakomanî sefîrê Kanadayê yê Îraqê û şandeya pê re ku ji hijmarek berpirsên êkonomî, bazirganî, geşepêdan û leşkerî pêkhattibû, kir û di dîdarekê de sefîrê Kanadayê serkeftinên vê dawiyê yên pêşmergeyê Kurdisyanê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ li pêşmerge, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanêî pîroz kirin û tekîd kir ku hikûmeta wî li ser alîkarîkirina herêma Kudistanê di warê leşkeî û însanî de berdewam dibe.

Sefîrê Kanadayê behsa têkeliyên navbera Kurdistan û Kanadayê û ew alîkariyên welatî wî pêkeşî herêma Kurdistanê dike kir û got ku, vê yekê ne bi tenê li ser astê   fermî li nav hikûmet û aliyên siyasî, lê belê li ser astê civakî û li nav xelkî jî de dengvedaye. Wî got jî ku, Kanada dixwaze têkeliyênxwe di hemû waran de bi herêma Kurdistanêr e pêşde bibe û lêdixebite şirket û kompaniyên berhemanînê yên  kanadayî berê xwe bidin herêma Kudistanê û sermayeyê xwe li wê derê bikar bixin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sipasiya wan alîkariyên Kanada di warê leşkerî û însanî de pêşkeşî herêma Kurdistanê dike kir û hêvî kir ku ew alîkarî ji aliyê Kanadayê ve berdewam bin. Barzanî got ku, deriyên herêma Kurdistanê ji bo şirket û kompaniyên kanadayî vekirîne û herêma Kurdistanê jî dixwaze di hemû warande têkeliyên xwe digel Kanadayê berfirehtir bike.

Back to top button