Hevpeyvîn

Kakeyî: Ji aliyê exlaqî ve nabe kêfa me bi ketina Qezafî bê

Felekedîn Kakeyî di hevpeyvîneke xwe de digel kovara Sivîl behsa têkeliyên navbera kurdan û serokê Lîbiyyaê û helwestên Muemer Qezavî li hember doza gelê kud li her çar parşeyên Kurdistanê dike.

Kakeyî dibêje ku ew çen careke digel Muemer Qezavî cviyaye û Qezavî bawerî bi pirsa gelê kurd hebû û hertin digot ku divê kurdan jî dewleta xwe hebe.
Felekedîn Kakeyî ku, çend careke Qezafî dîtiye û kirtebeke 300 rûpelî li ser Qrzavî û helwestên wî li hember doza kurd nivîsiye, dibêje:

– Bêgoman Qezafî dostekê kurdan bû, 30 salan zêdetir piştgiriya meseleya kurdî û mafên gelê kurd li hemû parçên Kurdistanê kiriye. Ev jî heqîqeteke dîrokî ye, gelek kes dimirin lê eger qotineke baş yan xerab kiribe her dimîne. Di wan 30 salên Qezavî behsa pirsa kurd dikir dilê hemû kurdan pê xwe dibû, ji hemû parçên Kurdistanê çûyîne ba Qezafî û pê re civyane, li ser wî nivîsîne, pesnê wî kirine û ev heqîqete weke xwe dê bimîne û tu peywendî bi çarenivîsê Qezafî yê îro ve nîne.

– Di sala 2003ê de dema rijêma Sedam jinavçûyî, Qezafî gor; eger kurd nuha dewleta serbixwe îlan nekin dê paşî poşman bin. Qezafî ji serokatiya kurdan re got ; eger hûn piştî jinavçûna Sedam dewleta serbixwe îlan nekin, paşî rewş ji bo dest nade.

–  Qezafî gelek dûr bîn bû, mirov dikare ji siyaset û aydolojiya rexne bigire, lê em nikarin yek tişt înkar bikin ku Qezafî zana, jîr û zîrek bû.

Di bersiva pirsekê de ku Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de pîrozbahî li şoreşgerên Lîbiyayê kir, Kakeyê dibêje:

– Weke pensîp her miletek her kes nûnaratyê lê bike ku tişetek hilbijart divê mirov rêz li îredya wan bigire, eve prensîpekeî exlaqî giştiye li cîhanê. Lê Qezafî dostekê mezin yê me bû, em jî dostên wî bûn. Hezdikim  yek ji siyasetmedarên kurd bêje min  Qezafî ziyaret nekiriye, pê re ne rûniştime, hes dikin yek partî vê yekê bêje, tune ne, ne bi tenê hizib kesatiyên siyasî nemnae ku serdana Qezafî nekiribe. Serokê hikûmetê nikare bêje ez dijî îradeya gelê Lîbiyayê me, lê bi a min wî lez kir. Ji aliyê exlaqî ve nabe kêfa me bi ketina Qezafî bê. Em tê fêdey ji ketan wî nabînin, dibe di vê rewşê de ketina wî ji aliyê manawî ve ji bo me zerer be.

Kakeyî dibêje ku yên piştî qezafî hukmî li Lîbu+yayê bikin dibe ji bo kurdan baş bin lê Kakeyî bawer nake ku desthilatdarên nû siyaste qezafî li hember kurdan pajon.

Rojevakurd

Back to top button