Kultur

Jiyana Wedat Aydin dibe kitêb

Biografyaya kurdperwer û tekoşerê doza Kurd û Kurdistanê, Wedat Aydin tê nivisandin.

Jiyana kurdperwerê mezin, mêrxas û tekoşerê doza Kurd û Kurdistanê Wedat Aydin tê nivisandin.

Ev demek e M.Şefîk Oncu derheqê jiyan, xebat û kuştina rewşenbir Wedat Aydin de lêkolînek berfireh dimeşîne û dixwaze biografyaya wî binivise.

Oncu dibêje, wî gelek belge bi dest xistine lê îhtimal e ku hê jî hin belgeyên dikrin bikêr bên û wî xwe negihandiye wan hebin. Oncu her weha dibêje ku Wedat Aydin ji gelek heval û dostên xwe re name nivisandiye û ev name bo xebatê belgeyên girîng in lê gelekê van nameyan di destê wî de nînin.

Oncu tika dike ku heval û dostên belge, wêne û nameyên di destê xwe de bighînin wî da ew karibe wan di xebatê de bikar bîne yan ji wan sûd wergire.

Weka tê zanîn Wedat Aydin di dema serokê HEP-a Diyarbekirê bû, di 5.7.1991 de ji mala xwe hatibû revandin paşê jî bi hovîtî hatibû kuştin.

Bo têkiliyê:

[email protected]

Back to top button