Nivîsar

Jinên PKK-ê dijê ragihandina serxwebûna Kurdistanê ne

Dijitiya ragihandina dewletek serbixwe ya kurdî, di vê pêvajoyê de ji kîre xizmetê dike? Wek tê zanîn eve demek e di navbera hukumeta nawendî ya Iraqê û  desthilatdariya Kurdistanê de hinek problemên sereke hene ku heta niha nehatine çareser kirin. Sedemê bingehîn yê van problema hukumeta nawendî ya Iraqê pêymanên ku li gel kurda îmze kirîn pêknaynin û ya herî girîng pirsa maddeya 140-ê ku wek pirsa Kerkûkê di raya giştî de tênaskirin pêknayne.

Dema em berê xwe didin dîroka tevgera kurd a siyasî, mirov dikare bêje ku; gelo ma dîrok tekerûr dike? Sala 1970 bi peymana 11-ê adarê li Başûrê Kurdistanê di serokatiya Barzaniyê nemir de, li hevhatinek navbera desthilatdariya Iraqê û Şoreş a kurd de hate darxistin. Lê hukumeta nawendî tu cara pirsa Kerkukê li gora peymana 11-ê Adarê çareser nekir. Berpirsiyariya xwe neanî cih. Ji bo vê yekê cardin şer destpêkir û Adara sala 1975-ê Şorêşa Îlonê têk çû.

Mustefa Barzanî ji bo pirsa Kerkûke got: Kerkûk dilê Kurdistanêye. Ma laşek bê dil dijî? Îro jî cardin hukumeta nawendî naxwaze vê pirsê çareser bike. Lê pêşgotinekkurdîdibêje “ War ew war e, lê bihar ne ew bihar e“

Îro hayîna Kurdistana Başûr desthilatdariya herî mezin di dîroka siyasî ya kurdan de ye. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di van demê dawî de daxwaz dike ku pirsa maddeya 140-ê û herweha pirsgirêkên di navbera hukumeta nawendî ya Iraqê û Kurdistanê de heyî bi awayekî yasayî bê çareserkirin.

Herweha Barzanî serxwebûna Kurdistanê mafêk siruştî yê neteweyê kurd dibîne. Barzanî di çend minasebeta de da xuyakirin ku, eger Iraq heta demekî pirsgirêkên heyî bi awayek yasayî çareser nekê dê serî li raya gelên Kurdistanê bide. Daxwaza gelên Kurdistanê zelal e. Ev dixwazin serxebûna Kurdistanê bête ragihandin. Ji bo vê jî dezgeh ava kirine û çelakiyan pêktînin.

Barzanî herweha di axvtinek ya xwe de ragihand ku, emê di demek nêzing de mizgîniyekî bidin gelên Kurdistanê. Piraniya derdorên siyasî ev axavtina serokê Kurdistanê wek ragihandina serxwebûnê şirove kirin.

Mixabin hinek partî  û derdorênsiyasî li Kurdistanê bi awayekî vekirî dijê ragihandina serxwebûna Kurdistanê ne. PKK vekirî dijê vê yekê ye. Piştî pirsa ragihandina serxwebûnê ket di rojeva siyasî de, Partiya Azadiya Jin a Kurdistan (PAJK) daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de vekirî dijitiya xwe li himber ragihandina dewletek serbixwe ya Kurdistanî didin diyar kirin. Endama koardînasyona PAJK-ê Emine Erciyes daxuyaniyek da malpera ANF û ragihand ku; ragihandina serxwebûnê tu feydeyê nade neteweya kurd.

Di vê derbarê de Erciyes dibêje: “ Baweriyek ya dewleta netewî heye, ew jî yek niştiman, yek al, yek ziman e.Ev dijê siruştiya civakê ye. Taybetî li herêmek wek Rojhilata Navîn ev yek dibe sedema kûrkirina şer.Çêkirina dewletek netewî ya kurdî jî feydeyê nade gelê kurd. Hêzin derve bi pêkanîna dewletek netewî kurdî dixwazin gelê kurd bê deng bikin. Ya herî girîng dixwazin bi ragihandina dewletekê netewî xwîna kurdan bimijin. Li Rojhilata Navîn û Kurdistanê petrol ji aliyê hêzên kapitalist ve wek xwîna kurda tê dîtin. Çewe xwîn ji bo jiyanê pêwiste, ew petrolê jî welê dibînin. Bi vî awayî dixwazin xwîna kurda bimijin, ji ber vê sedemê ragihandina dewletek serbixwe ne di berjewendiya gelê kurd de ye. Pêkanîna dewletek netewî xizmetê ji vê zihniyetê re dike. “

Di rastiya xwe de ev tiştên Erciyes dibêje gelek vekiriye ku di xizmeta kî de ye. Belê îro heyina dîtinek bi vî awayî tenê xizmeta dijminên miletê kurd de ye. Ev dîtin bi tu awayî pêwendî kurdewariyê û welatparêziyê re tuneye.

Ji xwe Erciyes armanca partiya xwe dide kifşkirin û dibêje: Armanca me rakirina tecrîtê li ser serokatiya meye. Ew zihniyeta her tiştekî li ser serxwebûna welatê xwe re bibîne gelo dê mirov çewe bikaribe şirove bike?Bila ev jî hêviya raya giştîya Kurdistanê ve be.

17.04.2011
Dara Bilek

 

 

 

Back to top button