Polîtîk

Ji Zumar heta Çîyayê Şengalê hatiye kontrolkirin

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku tevahiya Zumar heta bi çiyayê Şengalê hatiye kontrolkirin û li gelek cihan çekdarên DAİŞ’ê hatine dorpêçkirin.

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li Sihêl civîneke çapemeniyê lidarxist û got: ‘’Tevahiya Zumar heta bi çiyayê Şengalê hatiye kontrolkirin û Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê serpereştiya operasyonê dike.’‘

Mesrûr Barzanî wiha axifî: ‘’Em mizgîniya serkeftina operasyonê dighînin gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê gehiştine ser çiyayê Şengalê, niha rêya çiyayê Şengal-Dukohê vekiriye û hevwelatî dikarin ji ser çiyê bên xwarê.’‘

Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Êdî qet terorîstên DAİŞ’ê nikarin rûbirûyê Pêşmergeyên Kurdistanê bibin û di çend rojên borî de Pêşmergeyan karîne gelek ciha rizgar bikin, herwiha niha çekdarên DAİŞ’ê li gelek cihan hatine dorpêçkirin.’‘

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hîç hêzeke din alîkariya Pêşmergeyan nekiriye ji bo rizgarkirina wan navçeyan, herwiha hikûmeta İraqê jî alîkariya me nekiriye di meseleya rûbirûbûna DAİŞ’ê de, ji aliyekî din ve ew çekên ku gehiştine destê Pêşmergeyan çekên sivik in.’‘Bas

Back to top button