Polîtîk

Ji navbirina Bexdadî, hengavekî mezinê şerê dijî terore

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da kuştina Ebubekir Bexdadî, serê rêxistina terorîstiya Da’îş bi serkeftinekî mezinê şerê dijî terorê da zanîn, lê belê dûpat kir ku ewe bi wateya dawî hatina terorê nayê, ji bo wê yekê berdewamiya hevkarî û hemahengiya civaka navdewletî ya ji bo nehiştina terorê û îdeolojiya Da’îş bi pêwîst dizanê.

Eve jî naveroka wê ye:

Herêma Kurdistanê wekî beşekî girîng û serekiyê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş, ji navbirina Ebubekir Bexdadî serê rêxistina terorîstiya Da’îş bi hengavekî mezinê şerê dijî terorê dizanê û pêzanînên xwe ji bo hewla Amerîka û wan hemûyan radigihîne ku bi her awayek li serkeftina vê operasyonê da beşdar bûn.

Kuştina Bexdadî duaya ji navbirina bi nav xelafeta Da’îşê ‌hengavekî girînge, lê belê ewe bi tu awayekê wateya dawî hatina terorê û bîr û îdeolojiya Da’îş nagihînê, metirsiya bihêzbûna tevgerên terorîstan hê jî zêdeye û Da’îş û grûp û hevşêweyên wê li navçeyê de hê jî li tevgerê dane û gefê li asayîşa hemû cîhanê dikin. Ji bo wê yekê pêwîste civaka navdewletî li hevkarî û hemahengiya dijî terorê de berdewam bê, neku her tenê li rûyê serbazî ve, belku hewl û hevkariyan bihêz bikin ji bo berev pêşvebirina perwerde û kultûra pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û lêborînî û nehiştina wan bingehên ku teror û xelkên wekî Bexdadî berhem tînin.

Herêma Kurdistanê ku qurbaniyeke zêde ji bo ji navbirina terorê daye ku li navçeya me û li Iraqê, Êzdî û Mesîhî û Misilman û hemû pêkhatên olî û neteweyî rûbirûyê tawanên tirsnakên Da’îşê bûne. Niha jî bi hemû awayekê ji bo rêgirtina serhildan û bihêzbûna Da’îş û terora li navçeyê de û parastina asayîş û azadiya li cîhanê da li hevkariya civaka navdewletî li şerê dijî terorê de berdewam dibê û rûbirûyê îdeolojiya û bîra tarîkî ya Da’îşiyan dibe.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/10/2019

Back to top button