Polîtîk

Ji Evin Çetinê daxuyanî

 

”Gelê Me yê Hêja,

Ez we hemiyan bi dil û can silav dikim û spasiya xwe pêşkêşî we dikim. Hûn dizanin ku hilbijartin bi dawî bûn û encamên wê zelal bûn. Tevî ku ez neketim parlemento jî, min reyekî baş wergirt û di vê tekoşînê de ciyekî baş bi dest xist.

Me 3805 rey stendin, ev rey yê we tevan e. Ev rey ji bo min nuhkirina bawerî û piştgiriyeke jidil bû. Ez ê bi vê piştgiriya we bêtir bi hêz, bi bawerî bixebitim û di pêşerojê de xurttir bim. Dema mirov li vê encama hilbijartinan dinêrin, difikirin ku ez ketime parlemento û loma jî ji gelek cî û welatan telefonê ji min re vedikin û min pîroz dikin.

Di nava Partiya Sosyal Demokratan de, di lîsteya Stockholmlän de ez di lîsteya 14 mîn de bûm, hatim rêza 3 mîn. Ev serkeftineke gelekî mezin e ji bo me. Lê ji bo ku di lîsteya partiya xwe de, di rêza 14 an de bûm, ez vê carê neketim parlemento. Divabû ez baraja Ji sedî heşt derbas bikim, ev jî nêzî 10 hezar rey bûn. Lê di vê hilbijartinê de, mînak hin namzetên ku 388 yan jî 518 rey stendine ketine parlemento.

Ev cara yekem bû ku ez ji bo parlementoya Swêdê ketim hilbijartinan. Loma bi van reyên xwe me destpêkeke gelekî baş kir. Di hilbijartinên pêşerojê de wê partiya min jî û derdor jî van reyan û hêza gelê me li ber çav bigirin û li gor wê tevbigerin. Wê niha jî îradeya we were dîtin û kes nikare vê hêzê piştguh bike. Loma niha  wê zimanê me cesurtir, dilê me qewîntir, gavên me jidahîtir bin. Em ê ji niha û pêde bi yekgirtineke xurttir, baweriyeke kurtir bixebitin û ber bi armancên xwe yên mezin herin.

Dubare ji bo alîkarî û piştgiriya we spasiya we dikim. Weke her dem û li her derê win li vî welatî jî xwedî li ciwanên xwe derketin û we milê xwe da wan. Hun xwedî li nirx û cewherê xwe derketin. Ev xwedî derketina we em gelekî kêfxweş kirine û serbilind kirine. Daxwaza ku di pêşerojê de bêhtir li tekoşîna xwe xwedî derkevim bi min re çêkiriye. Çavên me di serkeftinên mezin û xebetake bi rumet de ye.

Ez weke ciwaneke kurd, eger niha bi hemî hêza xwe tevî siyasetê bûbim, û bi hêviyên mezin ber bi pêşerojê meşiyabim, ji wê piştgirî û dilgermiya we ye. Ez dixwazim hûn bizanin ku ez ê bersiva vê alîkarî û piştgiriya we bidim û li her derê dengê we bilind bikim.

Ev çend meh bûn ku min carinan win ji bo hilbijartinan westandin. Ji bo vê yekê li min biborin. Lê ev wesîleyek bû ku me bêhtir hev didît û me bi hev re par dikim. Ez ji vê yekê gelekî kêfxweş im. Ji niha û pêde jî dixwazim diyaloga me bêtir xurt bibe. Her dem û her kêliya we xwest xwe bigihînin min û daxwazên xwe ji min re bêjin. Maila min: info@evincetin. se. Tel. 0766482729.

We careke din bi germiya dilê xwe silav dikim û spasiya we dikim. Bila pêşeroja we azadî û bextewarî be.

Evin Çetin”

EuroKurd News

Back to top button