Hevpeyvîn

ji bo PDK perestroyka û Glasnost lazime

 

 

 

 

Dr. Ekrem Onen bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje: Nuha li herêma Kurdistanê bes bi rêyên aborî û xweşkirna halê hemwelatîyan û siyasetek millî  partîyên siyasî dikarin piştgirîya hemwelatîyan bigrin.

Doç.Dr. Ekrem Onen :


Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Bersiv: Hilbijartinê herêma Kurdistanê, di rewşeke gelek zehmed de derbas bûn,yek jê piştî bûyerên Kerkûkê bi salekê, nakokîyê navbera hêzê siyasî li herêma Kurdistanê û guhertinê di têkilîyên herêma kurdistanê yê navnetewî de. Tevî wê jî hilbijartin bûn. Di hilbijartina de teknîka bi kar hat anîn hinek bu sebebê kêm beşdar bûna xelkê.(gelek hemwelatî nikarîbûn 3 dokumenta bi hevre rê bidin, ji ber wê jî nakarî bûn dengê xwe bidin.) Diyare hilbijartin bi awayekî şefaf û demokratîk bûn. Heger hinek fen û fût bûbin jî ew fen û fût tehsîr li ser encamê hilbijartina ne kirîye. Encamê hilbijartina yên partîya gelek balkêşe.

Tevî ku PDK bi ferqek pir mezin raqîbên xwe li pişt xwe hişt jî, lê encamên PDK jî hêja ye PDK li ser bifikire, gelek pirsên bersivan wan zehmete ji bo partî hene. Wek mînak. Heger em encamê 2013 û yên nuha bidin ber hev, partî li gor sala 2013 kêm ray wergirtine.

Di 2013 de 743984 hezar ray vergirtin û 38 kursî bi dest xistin, di 2018 de 686070 hezar ray giryin û 45 kursî bi dest xistin. Tevî ku ji Sala 2013 heta nuha kesê emrê wan gîhaye ku raya bi kar bînin zêde bûye. Bi ya min tevî PDK bi serketîye lê gelek pirsên ku kadroyên PDK lazime bersîva wan bidin heye Diyare partî lazime struktura xwe ya rêxistinî, fikrî,siyasî û bi teybet a kadroyan di ber çav de derbas ke, ji ber îroj PDK tekane hêza siyaseta millî bi helwestek netewî di meşîne û pir eşkereye çi ji derve çi jî ji hundir êrîşên mezin li ser PDK hene ew jî sbsbên asasî ewe kû tekane hêza ku siysetek netewî millî dimeşîne , nabe ew şaşitîyên mezin bikin, ji ber şaşîtîyê wan teesîra xwe li ser tevaya perçên Kurdistanê dike.

Bi ya min ku lazim be PDK dibê biçe kongereyek ne di wext de ku pirsên xwe çareser bikin û siyaseta kadroyan di ber çava de derbas kin. Ev pirsgrêk tev ji ber sebebên têkiliyên kadroyên partî bi xelkê reye, PDK divê kadroyên xwe yên di hemû struktûrên dewletê yên herêma Kurdistanê di ber çav de derbas ke, Ji kadroyên Îdarî, xizmetkarî, Civakî, Medya, Rêxistinî bigre heta kadroyên fikrî. Bi kurt kurmancî ji bo PDK petestroyka û Glasnost lazime. Ji alîkî din ve di rewşek weha zehmet de çêkirina hilbijartina bi awayekî şefaf ,aram û demokratîk, bê guman serkeftineke hukûmeta herêma Kurdistanê ye.

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Bersiv: Bi ya min divê hukumetek li ser asasê encamê hilbijartina û teknokrat bê avakirin. Ji ber lazime di struktûra herema Kurdistanê a îdarî, xizmetkarî û siyasî  de guhertin bibe. Bira hukumetek majorîtet xurt û opozisyonek xurt hebe. Bi vî awayî wê herdû alî jî wê lê bixebitin ku karên xwe rast bikin, ji ber, wê hev kontrol bikin.

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Bersiv: Bi ya min nuha divê bernameya Hukûmeta nuh de guhertinên mezin bibe, berya her tiştî divê asasê bernameya hukûmeta nuh xweşkirina halê xelkê herêma Kurdistanê be. Divê struktûrek nuh were ava kirin ku bajarên herêma Kurdistanê bikaribin di xweşkirina halê xelkê de reqabetê bikin. Wek mîna budjeta hemû bajaran şefaf eşkere be û berpirsyarîyê di teserûfa budjeta bajar bidin îdara bajêr, ev ji bo hukumeta herêma Kurdistanê jî dibe hesanî.

Wek mînak kîjan îdara bajêr halê xelkê xweş bike û ew îdare di dest kîjan partîyê debe di hilbijartına de xelkê piştgirî bide wan û kîjan îdara bajarekî gendelî bike meaşê xelkê nedê xelk wê li dijî wan nerazîbûna xwe eşkere bike û di hilbijartina de wê dengê xwe bidin ew partîya ku li bajarên din halê xelkê xweş kirine. Di vir de wê reqabetek di xweşkirina halê xelkê de bibe. Ji ber nuha Transformasyonek di civata herêma Kurdistanê de çêbûye, ku her hemwelatîk bi qasî berjewendîyên millî berjewendîyên aborî û xweşkirina halê wî yê malbatî jî hewqas grînge.

Bi sîstema kevn herêma Kurdistanê hew dikare pêşde here. Nuha li herêma Kurdistanê bes bi rêyên aborî û xweşkirna halê hemwelatîyan û siyasetek millî  partîyên siyasî dikarin piştgirîya hemwelatîyan bigrin. Ji bo vêya jî kadroyên nuh ji bo strûktûrên herêma Kurdistanê lazime. Bi peran kadro çê nabin. Lê kadro dikarin pera çêkin. Kadro kesên zanistî, fedekar,  ji karê xwe fam bike, ji fikrên nuh re vekirî û serdemî bi fikire.

 

Back to top button