Polîtîk

Ji bo parastina berjewendiyên Kurdistanê amaden e

Di dîroka civakê de, carna hinek rûdan çêdibin, di van rûdanan de civak xwe nû vedikê, dewletên nû ava dikin, ev rûdanan belkî di sed salan de carekê ya çêdibin yan na. Hinek ji wan rûdana olîne, hinek çînîne û gelek jî li ser bingehê netewî pêk tên. Di van deman de ol, mesheb, netew, yan jî çînî kî hişyar û bi hêz, li berxwe bidê ew biser dikevin, li qadera xwe xwedî derdikevin.

Sînor û civaka xwe di parêzin, deskeftinê nû peyde dikin, li ax, av, al û hemî mafên netewe xwere xwedî tiye dikin. Rûdanên wilo kêm caran di cirihin; Cenga 1. û Cenga 2. a Dinyayê, Şerê Balqanan, hilweşandina Sovyetê, rûxandina Dîware Berlîn û dema şerê sar bi sedan dewletên nû avabûn lê mixabin netewa Kurd ji yekî bi teneji vana sûd negirt.

Li gorî xebereke Kurd heye dibêjê “ew di mal de man”.Di nava neteweyan de cihê xwe negirtin. Ev çend salin di Rojhelata Navînde bi navê “Bihara Ereba” şer û hewîldan têtin kirin, li Rojhelata Dûr, li Pakîstan, Hîndîstan, Ukrayna û gelek cihê din bizavên netewî û dewletbûyînê berdewamin. Bi teybetî jî di herêma Kurdan de bizavên gelek mezin rû didin. Pedivî bi vê heye ko vê carê Kurd van derfetên gelekî hêja û bi nerx û sûd rûdidin ji dest xwe bernedê û neyêne lîstikên dagirkeran û dijminên xwe, Li xwe xwedî derbikevê , dewleta xwe a neteweyî damezrênê. Ev mafekî wî yên xwezayî û rewa ye. Dema ko em li hawîldanên di gerdûnê de temaşe dikin, her netew û dewlet û cûreyên çînî ji bo berjewendiyên xwe di nav bizav û şerî dene. Ereb îro weke beşe Sunnî û beşê Şîî di nav şerî de li hemberî yek û dû ne.

Binavê Dewleta Irak Şam Îslam (DAiŞ) terorê di barênê, şifêrên Kurd diravandin, Sefareta Tirka dagirkirin, merivan dîl digirê ev kar kare terorî ne, em van çalakiyan şermezar dikin. Her kî li himberî kesên sivîl û bê çek çalakiyan wilo bikê, xelkê bi şêlênê,bi kûjê em wana têrorîst dibinin, şermezar û protesto dikin, li himberî van çalakiyan helwesta xwe a însanî datînin.

DAÎŞ ,Bajarê Musilê dagirkiriye artêşa Iraqê qat li ber xwe neda, Musil û gelek herêmê xwe radestî Daîş’ê kir û reviya lê Pêşmerge yê qahraman li xaka xwe xwedî derket û ew herêmên ko nakober bûn hemî xistin bin qontrola xwe, tevî bajarê Kerkûkê. Me hêvî heye ko êdî pêşmerge dê bes wan herêman terk bikê û pêvîste di ti demê de van dera dê radestî Iraqê nekê. Lewra Kurd di van hemî ciyan de xwedî mafe, lewra ew xaka Kurdistanê ne û li gorî xala 140 a zagona Iraqê ew dever di neqşa Kurdistanê de hatiye pejirandin. Musil jî di erdnîgariya Kurdistanê deye. MusiL (NÎNOVA) di demên derbasbûyî de Kurdistan, bi navê Musil di hat gotin.

Kurdistan Di Rojhelata navînde Bi erdnîgarî ya xwe 600 hazar km çarçike. û bi gelhêyî zêdetırîn 50 mîlyon kese. Em bi hêvîne ko êdî ev roj ne Bihara Ereba ye, ev Bihara Kurda bixwe ye. Sedsala 21’ê jî sedsala Kurd û Kurdistanê ye.

Em; Partiya Demokrata Kurdistanê- Tirkiya (PDK-T) li berdengî bidest xistina mafê xwe ne, da dewleta xwe a serbixwe ava bikin ji ber vê jî em her dem amadene, ger pêdivî bi me hebe û çêbibê ji bona hemî kar û çalakiyên demokratik û parastina berjewendiyên netewa Kurd li her ciyên Kurdistanê amadene. Divê em hay jê hebin ko îro derû dorê kurdistanê ji dijmin û teroristan tije bûye, ev rewş bi vî rengî qat nayêt qabûl kirin. Bi giyan û can xwe, li gorî mafê mirovatî û peymanên nav dewletî em amadene û vê carê van derfetan ji destê xwe na revênin, gele Kurdistanê bi yek helwestê di nava dewletên yekbûyî de, ciyê xwe yê bi rûmet dê werbigirê. 17.06.2014

Mehmet Emîn KARDAŞ
Serokê Gîştî

PARTIYA DEMOKRATA KURDISTAN Ê- TIRKIYA ( PDK-T)

Back to top button