Polîtîk

Ji bo Kongreya Kurd pêşniyarên xwe bişînin

Ji bo raya giştî

Li çarçêweya amadekariyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd de, Sekreteriyeta Komîteya Amadekarê Kongreyê bi armanca gihandina zanyarî û agahdarkirina civakê, ji çawayiya birêveçûna amadekariyên kongreyê û heman demî de ji bo peywendî kirina Komîteya Amadekar û şandina her têbînî û rexne û pêşniyarekî pêwîst di vî warî de, “Nivîsîngeha Zanyarî û Peywendiyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd” vekir.

Amadekariyên Kongreyê li çarçêweya xebata van lîjneyan de birêve diçe: Lîjneya Prensîpên Hevbeş, Lîjneya Siyasî, Lîjneya Civaka Azad, Lîjneya Çand, Ziman, Huner û Rewşengerî, Lîjneya Aborî û Jîngehê, Lîjneya Mafê Parastina Rewa, Lîjneya Ragihandin û Lîjneya Modela Kongreyê.

Her dezgeh û sazî û kesayetiyên ku di derbarê van mijaran de û her tiştek di derbarê kongreyê de bixwazin zanyarî werbigrin, yan têbîniyên xwe bigihînin komîteya Amadekarê Kongreyê, raste rast dikarin peywendiyê bi vê navnîşan û telefona nivîsîngehê ya li xwarê ve bikin: 

Tel: 00964/ (0) 750 691 0199

E-Mail: [email protected]

Facebook: https://www.facebook.com/knk.peywendi?fref=ts

Back to top button