Polîtîk

Ji bo girtina Haşimî Îraq nikare hêzê bişîne Hewlêrê

Hindek çavknaiyan ji hikûmeta Îraqê eşkere kir ku hikûmeta Îraqê dê ji bo girtina Tariq Haşimî cîgirê serokomarê Îraqê hêzê bişîne herêma Kurdistanê. 

Li dor vê pirsê Xalid Şiwanî endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi Hevpryamniya Kurdistanî di daxuyaniyekê de got ku hinartina hêzê ji Bexdayê bo herêma Kurdistanê ji bona girtina Tariq Haşimî ji aliyê qanûnî ve neminkin e.

Tariq Haşimî di preskonferensekê de, duhî li Hewlêrê got ku ew amadeye biçe mehkemeyê, lê dive mehkemekirina wî li Hewlêre ne li Bexdayê be, li dor vê meseleyê Xalid Şiwanî ku serokê komîteya qanûnê ya parlamentoya Îraqê ye got:

Ji aliyê qanûnî ve nabe lêpirsîna tawanbaran ji cîyekî bo cêyekî din bê guhastin, lazime mehkeme li wî cihî be yê ku tawna lê hatiye kirin. Li Bexdayê mehkemeke taybetmend bi tawanên terorê heye.

Hnartina hêzên emnî ji Bexdayê bo herêma Kurdistanê ji bona girtina cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî li gor destûra Îraqê nemimkine. Herêma Kurdistanê bi xwe hêzên xwe yên emnî hene û bi hevahengî digel herêma Kurdistanê dikare hêzên emnî yên Kurdistanê Haşimî bigirin.

Hevpeymaniya Kurdistanî li parlamnetoya Îraqê li hember fermana girtina Tariq Haşimî helwesta xwe diyar kir ku hurmetê ji biryarên dadwer re digire û divê biryarên dadwer li ser herkesî/ê cîbicî bibin û Hevpeymaniya Kurdistanî meseleyên mehkemeyê û meseleyên siyasî tevlî hev nake.  Lê di heman demê de Hevpeymaniya Kurdistanî di wê baweriyê de ye ku lez li biryara girtina Tariq Haşimî hatiye kirin.

Wezareta navxwe ya Îraqê roja 19ê vê mehê îtîrafên nobedarên Tariq Haşimî weşandin ku li gor wan îtîrafa, Tariq Haşimî bi rêya nobedarên xwe kiryarên terorîstî encam dane 

Usame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê li dor vê meseleyê got ku eva hikûmeta Îraqê dike xweşkirina şerê tayîfî ye û daxaz kir ku komîteyeke hevbeş ji hemû kutleyên siyasî jib o lêpirsînê bê pêkanîn.

Herwesa Nûcêfî piştgiriya xwe ji bo insiyatîva serokê Kurdistanê diyar kir ku ji bo çareserkriina kirîza Îraqê kongreyeke niştimanî bê saz kirin.

Weke tê zanîn Cîgirê serokmar Tariq Haşimî roja 18ê vê mehê bi rêya balefirxaneya Bekdayê çû Silêmaniyê. Lê li Silêmaniyê Celal Talebanî serokomarê Îraqê nexwest bi Haşimî re bicive û jiber hindê Tariq Haşmî çû Hewlêrê û li wir digel serokê Kurdistanê civiya.

Back to top button