PolîtîkRojev

Ji bilî rêkeftinê ti alternatîfek li pêş YNK û PDKê nîne

Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, mijara sereke ya civîna îro ya her du polîtburoyên PDK û YNKê li Silêmaniyê ye.

Roja 16ê Gulana 2023an Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û pOLîSTBUROYA Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê dicivin.

Endamê Serkirdayetiya YNKê Letîf Nêrweyî ji K24ê re ragihand, civîn dê ji bo her du aliyan girîng be, ji ber ku di civînê de dê çend pirs û mijarên giring bên gotûbêjkirin.

Bi gotina wî endamê serkirdatiya YNKê, rewşa niha ya navdewletî, herêmî, Iraqî û navxwe jî, pêwîst dike her du aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) ku berpirsiyariya dîrokî li ser milê wan e ku dawî li vê rewşa nexwestî bînin û bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de be.

Wî endamê Serkirdayetiya YNKê tekez kir, ew pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê ji bo rêkxistina namala Kurdî û çareserkirina pirsgirêkan dikin.

Got jî, wan berê jî çendîn hevdîtin bi PDKê re kiribûn û hevdîtin erênî bûn, tenê çend xal mane, bi taybetî jî mijara kursiyên kota ku ji bo lihevkirinekê gotûbêj li ser tên kirin.

Li ser pirsa gelo YNK li gel wê yekê ye ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin yan na, Letîf Nêrweyî got: “Me berê ti carî negotiye ku em ne ligel hilbijartinan in, lê belê em alîgirê hilbijartineke demokratîk û paqij in.

Letîf Nêrweyî got, vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran û civîna dualî ya di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de gaveke erênî bû û bû sedem ku her du polîtburoyên YNK û YNKê îro li Silêmaniyê bicivin.

Back to top button