Cîhan

Erdogan muhtacê arikariyê ye diçe Almanya

Serokkomarê Tirkiye Erdogan serdana Almanya dike. Di derbarê serdana Erdogan ya Almanya, rojnama Almanî Berliner Zeitung  nirxandinekî dike.Rojname dibêje ku dê cardin pirsa girtiyan bê rojevê. Erdogan doza hinek kesên ku doza penaberiyê li Almanya dikin û Tirkiye wan wek endamê FETO dibîne dike û dixwaze Alamanya wan teslîmê Tirkiye bike. Li himber vê Tirkiye 7 hemwelatiyên Almanya ku li Tirkiye girtîne dê azad bike.Berliner Zeitung dide xûyakirin ku, Almanya nakeve di nava bazarek bi vî awayî de. Ne mecbure jî tiştekî halê bike. Ji ber ku Tirkiye ber bi krîzek ekonomik ve diçe.Herweha di derbarê serdan Erdogan de rojnama Frankfurter Allgemeine Zeitung jî nirxandinekî dike û dibêje: Tirkiye reşnivîsa rêça nû ya darayî ya xwe eşkere kir. Lîrê Tirki li himber Dolarê Amerikê ji meha yekê heta niha gelek bihayê xwe winda kir. Tirkiye cardin ket di nava welatên ku  ekonomiya wan li paşve çûyî.  Sedemên vê yekê ne tenê pêwendiyên Amerika û Tirkiyene. Eve demeke Tirkiye hinek gavan tavêje ku ev sermayedarên biyanî ditirsîne.Tirkiye di bin deynek bilind yê derve de ye. Tirkiye nikare çavê xwe li windabûna bihayê Lirê xwe bigre. Piştre rewşa gelek şirket û bankên ku bi pereyên biyanî deyn girtîn ber bi xirabiyê ve diçe. 

Back to top button