CivakRojev

Ji Baregeha Barzanî bo malbata Nasan Bekir Cuma

Baregeha Serok Mesûd Barzanî sebaret bi koça dawî ya Nasan Bekir Cuma peyama sersaxiyê weşand. Nasan Cuma, kesayetiyê welatparêz yê bajarê Kobaniyê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bû.

Peyama Baregeha Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz kak Mistefa Bekir Cuma Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Suriye.

Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz Nasan Bekir Cuma kesayetiyê diyarê Rojavayê Kurdistanê û birayê we yê birêz bihîst.

Pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û malbata we ya birêz û Kurdperwer û kesukar û welatiyên bajarê Kobanê ya serbilind dikîn, xwe bi hevbeşê xema we hemû aliyek dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî Kek Nîsan Bekir Cuma bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike, hedar û aramiyê bi we yên birêz û malbata we û kesukarên we bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”

Baregeha Barzanî
26.12.2020

Back to top button