Di rapirsiyekê de ku ji aliyê rêxistina Point ya vekolînên stratejîk li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê hatiye kirin û 1000 kesan beşdarî tê de kiriye, ji %49 dibêjin xwe ger PKK û PJAK şerê xwe rawestînin jî, Îran û Trkiye dê her li ser topbarab û bomebaranakirina herêma kurdistanê berdewam bin.
Li gor wê rapirsiyê, 10 pirs ji 1000 kesan li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaiyê) Kerkûk û Mûsilê hatîne kirin.
– Ji %97 topbaranê şermezar dikin û bi binpêkirina serweriya herêma Kurdistanê û serweriya Îraqê dizain.
– Ji %65 di bersivê de dibêjin ku li heber topbarab û bomebaranê, desthilatdarên herêma Kurdistanê helwestek baş hebûye.
– Ji %91 di bêjin ku hikûmeta Îraqê bê helwest bûye.
– Ji %31 di wê baweriyê de nek u derxistina şîrket û kompaniyên îranî û tirkî ji herêma Kurdistanê nabe sedemê rawestandian topbaranê.
– Ji %49 jî dibêjin ku PKK û PJAK behane ne.
– Ji %73 di wê baweriyê de ne ku di warê lihevnêzîkirina aliyên nakokdar de serok Barzanî dikare roleke bi bandor bilîze.
Selef di kurdî û zimanên cîhanê yên din de li pisht hejmaran tên nivîsandin. Ango wekî 49 % (chil û neh selef, chil û neh prosent).\r\n\r\nTenê tirk li pêshiyê dinivîsînin lewra ev ji karakterê zimanên altayî tê. \r\n\r\nJi bandora tirkî û tirkhezên me têgînên tirkî gelek derbasê kurdî jî bûne. Em bakurî bi tirkî difikirin, kurdî diaxivin. Ango kurdiya me di karakter û forma tirkî de ye.\r\n\r\nTirk dibêjin yüzde kirk dokuz, em jî viya dikin ji sedî chil û neh. Lê di kurdî de û wêjeya devkî de qalibên hazir hene. Cil û neh selef. \r\n\r\nKurdên Sovyetê ev qalib parastine. Xerzan, Serhedê jî qismen parastiye.\r\n\r\nTirkîze nekin zimanê me.\r\n\r\nXêra xwe nivîsandina selefê rast binivîsînin. Ziman ne pêlîstok e, divê em rêzdar bin jê re.