Kultur

Jan Dost romaneka nû bi du zimanan belav dike

Jan Dost romannivîsê navdarê Kurd li daxuyaniyekê taybet da ji bo rojnameya “Uşe” ragihandiye li yek demê de romana “Destnivîsa Pîrsborg” bi zimanê Kurdî “Soranî” û Erebî belav dike.

Îro Jan Dost eşkere kir ku romana “Destnivîsa Pîrsborg ” çapa wê ya Erebî tê belav kirin, ji bo wê yekê wêneya berga wê jî li rûpela xwe ya tora civakiya Facebookê belav kiriye.

Nivîskar ragihandiye ku ew roman eve çend meheke bi dawî bûye, her wiha bi zimanê Kurdî jî amadeye û li bin çapkirinê daye. Ji aliyê wergerê Kurd Sebah Îsmaîl ve hatiye wergerandin.

Jan Dost behsa ewe jî kiriye ku ew roman behsa peywendiya Mela Mehmûdê Bayezîdî û Konsolê Rûsî Agust Caba li Erzirumê dike ku eve jî 170 sal berê bûye.

Romana çapa Erebî ji aliyê Dezgeha Rafîdeyn û Kurdiya Soranî jî ji aliyê Malî Wefayî ve tê belav kirin. Li ser belavbûna çapa wê ya Kurdî, Soran Ezîz Birêveberê Malî Wefayî got: “Piştî cejin roman tê belav kirin.

Jan Dost romannivîsekê navdarê Kurde, bi zimanê Erebî û Kurdî “Kurmancî” dinivîse û zêdetirê romanên wî jî bi Soranî jî hatine belav kirin.

Back to top button