CîhanRojev

IYI Partiyê namzetiya Kiliçdaroglu qebûl nekir

Duhî dema maseyê 6 kolî encama civîna xwe ragihand demjimêr 19 û 30 xulekên evarî bû. Dema ku Table of Six ev daxuyanî da, derdora saet 19:30 bû. Herkesî digot ku qey li ser  navê Kemal Kiliçdaroglu li hev hatine. Lê piştî demekî kin berpirsek bilind di nava IYI Partiyê de û kesek gelek nêzikî seroka Partiyê, Ûmît Dikbayir Twitterek belav kir û got: “Netew ji 5an mezintir e”. Piştre hin berpirsên partiyê bi kanalên televizyonê ve hatin girêdan û gotin ku “hê namzed nehatiye diyarkirin”.

Piştî civîna 6 kolî seroka IYI Partiyê Meral Akşener li gel organên partiya xwe civiya. Li gora gahdariyên ji civîne derketine dibêjin:

Di civînê de namzediya serokomariyê ya Kemal Kiliçdaroglu ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê  Temel Karamollaoglu ve hat rojevê. Meral Akşener jî got, “Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş be, başe ji ber ku partiya min ev herdu nav pêşniyar kirine. Li ser vê yekê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got, “Wê şaredariyê bidomînin.” Akşener wiha bersiv da: “Piştre ez ê bi komîteyên desthilatdar ên partiya xwe û serokên parêzgehên xwe re bişêwirim.”

Kiliçdaroglu dema li ser vê yekê dihizirî ku dê çi bikin wiha got: “Eger pêwîstbe dê bi îmzeya 5 partiyan daxuyanî bê dayîn” Akşener wiha bersiv da: “Yanî ez rabim herim?”

Serkirdeyên din ketin dewrê û navbeynkarî hat kirin ku heta roja Duşemê bila herkes li gel partiya xwe bişiwire.

Akşener biryar da ku serokên partiya xwe yên şaxên parezgera bicivîne û biryara dawî bide.

Kiliçdaroglu jî dê bi TÎP(Partiya Karkerên Tirkiye) re û Partiya Çep re bicive. Her wiha Kiliçdaroglu plankiriye ku li gel  pêkhateyên din ên Îtîlafa Ked û Azadiyê re jî têkilî deyne.

Back to top button