Polîtîk

Îtîraf : HPG/PKKê Qetilkirina 4 Welatparêzan Qebulkir

HPG Kuştina 4 Welatparêzên Kurd girt ser xwe

 

 Di roja 1 ê Tebaxê Li bajarê Êlîhê de ( Batman ) Kurdên bi navê Salih Özdemir, Sadi Özdemir, Sedat Özevi ve Sıtkı Özdemir li ser rêya Eskîfê bi teqîna mayînê ve hatîbûn kuştin. Wekî tê zanîn ew her 4 kes ji aliyê kesên nenas ve ji bo hevdîtinê hatîbûn dawetkirin . Ji ber hevdîtinê ew her 4 kes birêketin û di rê de bi awayekî meçhûl hatîbûn qetîlkirin. Piştî bûyerê jî malbatên her 4 şehîd gelek sîyasetmedar û dezgehên sîvîl jî  gazind û rexneyên xwe avêtîbûn li ser berpirsyaran.

 
HPG di daxuyaniya xwe de dibêje : Tîmekî me li ser rêya Eskîfê mayin raxistin û di encama teqînê de jî  4 welatparêzên Kurd jiyana xwe ji dest didin. Di serî de em dikarin bêjin ku , ti qesta me tineye û nabe jî . Her wiha di nawa gerillayên me de jî mayinkirina cihên sîvîl hatiye qedexekirin li ser vê gelek protokolên me jî hene . Ew sucekî mezine û Timên me di naw lêpirsinê de ye. HDP di dawiyê de hî Sersaxî ji malbatan dixwaze û 4 welatparêz jî weka şehîd binav dike.

Back to top button