Cîhan

Îtalya dê li ser piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be

Li Roma, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di rêwresmeke femî da ji aliyê xatûn Giorgia Meloni Serokwezîra Îtalyayê ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê da, her du aliyan, behsa pêşxistina peywendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistan û Iraqê da kirin û tekez li ser berfirehkirina hevkariyên hevbeş yên di hemû waran da kirin.

Xatûn Meloni tekez li ser berdewamiya piştevaniya Îtalya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û peywendiyên welatê xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê û aştî û aramiya wan ya ji bo Îtalya girîng zanî.

Pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê, diyalog û pêngavên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê bi giştî hin mijarên din yên civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê bûn.

Back to top button