Cîhan

Îtalya dê asta nûneratiya xwe ya li Herêma Kurdistanê bilind bike

Roja 13.04.2023ê li bajarê Roma, birêz Neçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Antonio Tajani Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya.

Her du aliyan, di civînê da, li ser bihêzkirina peywendiyên Îtalya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, derfetên kar û veberhênana Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş bi taybetî di warê aborî û enerjiyê da gotûbêj kirin.

Serok Neçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên digel Îtalyayê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin bi têkiliyên xwe yên digel Îtalyayê didin û dixwazin hevkariyên hevbeş berfirehtir bikin.

Birêz Wezîrê Derve yê Îtalyayê xwesteka welatê xwe ya ji bo berfirehkirina têkiliyên digel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de dûpat kir û got ku ew dê asta nûneratiya xwe ya li Herêma Kurdistanê ji Konsulxaneyê ji bo Konsulxaneyê Giştî bilind bikin û pêwendiyên welatê xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra bi peywendiyên taybet wesif kirin.

Di civînê da rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Back to top button