Civak

Îsraîl ji serokê MIT-ê bi gumane

Wek tê zanîn ji berî demekî li Tirkiye Hakan Fidan bû serokê Rêxistina Istixbarata Netewî ya Tirkiye(MIT). Hukumeta Israîl bi serokatiya Hakan Fidan ne bi keyfxweşe. Gelek caran di pêwendiyên nehînî de behsa vê pirsê hatiye kirin. Lê cara yekem Israîl ne razîbûna xwe di vê derbarê de eşkere kir.

Wezîrê parastinê yê Israîl Ehud Barak, 25-ê meha Temuzê li gel serokên cihuya civînek pêkanî û di vê civînê de axaftina kirî de, behsa pirsa Hakan Fidan jî dike. Li gora axavtina Barak kirî, Israîl bi gumane ku serokê MIT a Tirkiye nêzikî Îranê be û di pêwendiyên Tirkiye û Israîl de hinek agahdariyan bide Îranê.

Piştî axaftina Ehud Barak di medya Israîlî de hate eşkerekirin. Gelek aliyan bala xwe da li ser pêwendiyên serokê MIT a Tirkiye û Îranê.

Back to top button