Cîhan

Îsraîl êrîşî terorîstên Îranî yên li Sûriyê kir

Li gor rapora çalakiyên Mafên Mirovan li Sûriye ji ber êrîşa asmanî ya bingehekê serbazî ya Îranê li nêzîkî bajarê Ebukemal ya li Rojhilatê Sûriyê heft çekdarên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.

Çavdêrên Mafên Mirovan li Sûriye ku navenda wan li Londone ragihand ku çend firokeyên nenas êrîşî bingehekê serbazî ya ser bi hêzên Îranî li Rojhilatê Sûriye û li nêzîk tixûbê Iraqê kiriye armanc û hejmarek çekdaran kûştiye.

Li gor raporên Mafên Mirovan li Sûriye li wan êrîşan da bingehekê serbazî ya li nêzîkî Ebukemal kirine armanc û 7 terorîstên ser bi Îranê hatine kuştin. Emer Ebulîle yek ji wan çalakvanên mafên mirovane li Dêrazor û wê nûçeyê piştrast kiriye ku êrîş kirine wan hêzên Iraqiyan ku ser bi Îranê ne.

Îsraîl di vê derbarê de gelek kêm daxuyaniyan daye lê belê çendîn caran êrîşên asmanî li ser axa Sûriyê kiriye. Li van demên dawî de Îsraîl bi eşkere dixwaze bingehên serbaziyên Îranê li Sûriye nehêlê.

Back to top button