Cîhan

Îsraîl: Em serbilind in ku ligel kurdan in

Cîgira Wezîrê Derve yê Israîlê Tzipi Hotovely di civîna  parlamentoya Îsraîlê aşkere kir ku diyaloga wan ligel Amerîkayê berdewam dike û ew ligel mafên kurdan in.

Tzipi Hotovely herwiha aşkere kir ku ew ligel kurdan hevpeyman in û ji êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî nîgeran in. Di berdewamiya axaftina xwe da Tzipi Hotovely da zanîn ku ew amade ne alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê jî bişînin û wiha got:”Tirkên zalim vê carê jî li Kurdistana Sûriyê bi qirkirina kurdan rabûn! Em ê vê êrîşbaziya tirkan bi tu haweyî qebûl nekin. Ji destpêka êrîşên wan ve û heta niha wek dewleta Israîlê, çi ji destê me hatiye me di nav dinyayê de kiriye. Em ê heta ku kurd nebin xwedî dewlet, her û her vê alîkariyê bi kurdan re bikin. Em bi hevkariya kurdan xwe serbilind  dibînin!..”

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu jî êrişa Tirkiyê li ser Rojava bi tundî şermezar kiribû ragihandibû, Îsraîl bi tundî êrişa Tirkiyê li ser deverên kurdan li Sûriyê şermezar dike û Tirkiyê û grûbên alîgirên wî welatî li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan hişyar dike.

Netanyahu daye xuyakirin ku Îsraîl amade ye alîkariyên mirovî bigihîne gelê kurd li Sûriyê.

Back to top button